Partiya Kesk a Kurdistanê (Partiya Sewz a Kurdistanê) rexneyên tund li pêşmergeyên hêzên 80’yî kirin ku lawirên kûvî dixwin û destnîşan kir ku bêyî ku guh bidin destûrên jîngehê, vî karî dikin. Partiyê west pêşmerge fêrî hezkirina heywanan bên kirin.
Mekteba Rêxistina Jîngehe ya Partiya Kesk a Kurdistanê têkildarî parvekirina wêneyên pêşmergeyên Hêza 80’yî yên di dema perwerdeyê de heywanan dixwin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Partiya Kesk a Kurdistanê, ev yek weke guhnedana yasaya jîngeh û xwezaya Kurdistanê, jîngeparêz û dostên jîngehê bi nav kir.
Partiyê bi tundî ev yek şermezar kir û Wezareta Pêşmergeyan berpirs dît. Wê daxwaz kir ku demildest dawî li vê kiryarê bê û xwest pêşmergeyan fêrî hezkirina heywanan bikin.
Partiyê di daxuyaniya xwe bal bire ser viîrusa Korona jî û got, “Niha li Çînê bi milyonan kes ji ber nexweşiya korona dinalin û rû bi rûyî mirinê dibin. Di encama xwarina heywanan de ev derket holê. Bi vî karî ti pîvanên tenduristiya wan pêşmergeyan li ber çavan nehatiye girtin. Lewma em dixwazin, Wezareta Pêşmergeyan, wan pêmergeyan test bike. Em daxwazê ji Desteya Jîngeh û Polîsên Daristan, rêxistinên jîngehê dikin ku bêdeng nebin li hemberî vî karê nehêja.”
NAVENDA NÛÇEYAN