
Heyeta hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo balê bikêşin ser lidarxistina kongreya neteweyî çûbûn başûrê Kurdistanê. Hunermendan piştî ku kar û barên xwe birin serî, ji bo pêşmerge û gerîlayên di çeperên şer yên Kerkûkê de konserek li dar xistin. Li gel hunermend Diyar Dêrsim, Necmedin Xulamî, Nasir Rezazî, Hozan Comerd, Xelîl Xemgîn, berdevka KNK’ê ya Kerkûkê Dr. Feyza, fermandarê HPG’ê yê eniya Kerkûk û Mexmûrê Botan Dîren, fermandarê pêşmergeyan Westa Resûl û gelek gerîla û pêşmerge tevlî konserê bûn.
Piştevanî karekî pîroz e
Di konserê de endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Kerkukê Dr. Feyza axaftinek kir û da xuyakirin ku di demeke wiha de pêwîstî bi yekîtiya gelê Kurd heye. Dr. Feyza bal kişand ser qehremantiya gerîla û pêşmergeyan jî û got: “Gerîla û pêşmergeyan ji bo parastina axa Kurdistanê bi hezaran şehîd dan. Pistgiriya ji bo wan karekî pîroz e û em ê ji bo yekitiya gelê Kurd xebatan bikin.”
Gerîla û pêşmerge têdikoşin
Hunermend Diyar Dêrsim jî got, li cihekî wekî Kerkûkê di rojeke wiha de hatina li gel hev, gelekî girîng e û got: “Di dîrokê de gelek derfet çêbûne, lê ji ber ku yekîtiya Kurdan tine bû, bi sedan sal e ku em êşa parçebûnê dikişînin. Lê îro dîrokê derfetên zêrîn dane gelê me, heke Kurd yekitiya xwe çêkin, wê bi ser bikevin.” Fermandarê pêşmergeyan Westa Resûl jî kêfxweşiya xwe ya ji bo hatina hunermendan anî ziman û wiha pê de çû: “Ev ji bo hêzên pêşmerge û gerîla hêzeke manewî ya pirr mezin e. Ev bi me wê dide hîskirin ku pêşmerge û gerîla ji bo yekitiya gelê Kurd tê dikoşin.”
Fermandariyeke hevpar pêwîst e
Fermandarê HPG’ê yê eniya Kerkûk û Mexmûrê Botan Dîren jî da zanîn ku ew hêvîdar in ku ev aheng bibe wesîleya yekitiya gelê Kurd û got: “Ev kombûna îro derengmayî be jî hesteke neteweyî di dilê mirov de ava dike, ev hêzê dide mirov. Di nava van du salên derbasbûyî de me û pêşmergeyan li Mexmûr, Kerkûk û Şengalê mil bi mil li dijî dagirkerên Kurdistane şer kir û xwîna me tevî hev bû. Me şehîd dan, di bin sîwana KNK’ê de kombûnek wiha pîroz e. Lê hêviya me ew e ku hemû hêzên siyasî jî vê bibînin, berjewendiyên giştî yên Kurdan nekin berjewendiyên xwe yên şexsî, eşîrî û malbatî. Ji bo xeyalên ku bi sedan sal e Kurd dikin û ji bo ku em dijmin têk dibin, em yekitiyê çêkin. Yekitiya gelê Kurd ava bikin. Em xeyalê hemû serokên Kurdan pêk bînin.” Dîren herî dawî xwest fermandariyeke hevpar ji bo parastina gelê Kurd bê avakirin. Piştî axaftinan hunermendan bo gerîla û pêşmergeyan stran gotin û xwestin ji bo yekîtiya neteweyî xebat bê xurtkirin.
ROJNEWS / KERKÛK