Li Akrê ya ser bi Dihokê di dombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de pêşmergeyek şehîd bû û yek ji birîndar bû.
Li gorî çavkaniyên herêmî, şeva din balafirên şer ên dewleta Tirk çiyayên herêma Zêbar a Akrê ya ser bi Dihokê bombebaran kirin. Di bombebaranê de pêşmergeyê bi navê Seîd Hebîb Siranî yê ji gundê Dûdî yê bajaroka Dînartê şehîd bû û pêşmergeyê bi navê Nizar Hacî Şeban jî bi giranî birîndar bû.
11 welatî jî ji ber êrişa balafirên artêşa Tirk, xwe veşartibûn û aqûbeta wan nediyar bû. Pêr bi şev ji wan 9 kesên xwe di şikeftekê de veşartibûn hatin dîtin. Lê pêşmergeyek di encama bombebaranê dewleta Tirk de şehîd bû û yek jî bi giranî birîndar bû.
Hêjayî gotinê rojane balafirên artêşa Tirk a dagirker êrişê herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Di encama bombebaranan de heya niha bi dehan welatiyê sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Heya niha li ser bombebaranên artêşa Tirk, Hikumeta Herêma Kurdistanê ti helwestek cidî nîşan nedaye.
ROJNEWS/AKRÊ