Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin dikin da ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bibe xwedî helwest û gotin; “Em her amade ne ji bo parastina xaka Kurdistanê.”

Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li ser bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk peyivîn.

Amade ne xaka Kurdistanê biparêzin

Pêşmergeyê bi navê Sabîr Xidir diyar kir ku weke hêzên pêşmerge timî amade ne, xaka Kurdistanê biparêzin û got; “Em ê li hemberî wî dijminê ku êrîşî xaka me bike, rawestin. Daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku li dijî ketina artêşa Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê bibe xwedî helwest.”

Wê Tirkiye were Silêmaniyê jî

Her wiha pêşmergeyê bi navê Sîrwan Mihemed jî derbarê gef û êrîşên dewleta Tirk de got; “Weke pêşmerge em timî ji bo parastina xaka Kurdistanê amade ne. Hikûmeta Iraqê dibêje Iraq yek parçe ye. Ger yek parçeye ye ji ber çi li ser vê mijarê nabe xwedî helwest. Divê van sînorên Herêma Kurdistanê biparêze. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bibe xwedî helwest. Eger bêdeng be wê Tirkiye were Silêmaniyê.”

SILÊMANÎ