Pêşmergeyên dêrîn yên li bajarê Silêmaniyê derbarê serhildana xelkê Şêladizê û helwêsta Hikûmeta Herêma Kurdistanê a li hemberî gel de peyivîn.
Pêşmergeya dêrîn a bi navê Nermîn Hisên serhildana xelkê Şêladizê pîroz kir û got, “Nerazîbunên li Şêladizê encama hêrsa li hemberî dewleta Tirk û dagirkeriyê ye. Ji ber ku destdirêjî li ser xaka me dikin. Pêwîst e ku em piştgiriya xelkê Şêladizê bikin, ne tenê Şêladiz, divê li Herêma Kurdistanê giştî serhildan li hemberî wan bê kirin.”
Nermîn balkişand ser daxuyaniyên hikûmetê yên ku PKK’ê weke sedemê êrişan nîşan didin jî û got, “Hebûna PKK’ê li hemû navçeyên Kurdistanê rewa ye. Çawa ku mala min çi li Efrîn çi li Silêmaniyê be, ti ferq wê nebe, ji bo wan jî heman tişt e. Yê ku pêwîst e derkeve derve dewleta Tirk e, ne PKK. Piştgirî dayîna dewleta Tirk cihê şermê ye.”
Pêşmergeyê dêrîn yê bi navê Hîwa Hisên jî li ser heman mijarê û got, “Serhildana xelkê Şêladizê di cihê xwe de ye, ji ber ku ev demek e ku balafirên şer yên dewleta Tirk bi awayekî ne rewa êrişî Başûrê Kurdistanê dikin. Di encama êrişan de xelkê sivîl dibe qurbanî. Ji bo vê ez weke pêşmergeyê dêrîn piştgiriya helwêsta xelkê Şêladizê dikim.”
Hîwa herî dawî helwêsta Hikûmeta Herêma Kurdistanê a li hemberî serhildana gel rexne kir û bi helwêstek ne rewa bi nav kir.
SILÊMANİ/ROJNEWS