Komeleya Pêşmergeyên Kevin ên Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) daxuyaniyek da qenala televîzyonê Gelê Kurdistan û diyar kir ku hemû pêşmergeyên kevin amade ne li gel çekên xwe piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û yekîneyên YPG bikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew dixwazin li pêşberî wan çeteyên dixwazin xwîna Kurdan birijînin rawestin û rê nedin wan. Pêşmergeyan di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ew amadene hemû mal û milkên xwe ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê bikar bînin û di heman demê de jî hişyarî dan wan grubên girêdayî çekdarên Eniya El Nûsra, Dewleta Îslamiya Iraqê, Bîladî Şam a girêdayî El Qaîdê, hemû ew kes û aliyên dixwazin dest dirêjî Rojavayê Kurdistanê biken ku ewê rê nedin wan. Daxuyaniyê weha dewam kir; “Bila terorîst û komploger baş bizanin ku ew fedekarên Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ne. Em jî amade ne ji bo li hember teror û komployên wan şer bikin û di vê rêde emê hemû mal û milkê xwe jî bidîn. Bila terorîst hesaba me jî bikin û dest ji kiryarên xwe yên bê olî û ji derveyî mirovahiyê berdin.”
SILÊMANÎ