Gelek partiyên siyasî û parlamenterên Holandayî der barê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê de pêşnûmapirsek pêşkêş kirin. Muxatebê wê jî Wezareta Karê Derve ye.

Ji Partiya Sosyalîst Saadet Karabûlût ji xwediyên înîsîyatîfê ye û Partiya Demokrat a Xiristiyanan, Partiya Reformê ya Civakî, Partiya Keskan, Partiya Karker, Partiya Demokrat û PvdD jî mohra xwe li bin pêşnûmapirsê daniye.

Hûn vê desteserkirinê qebûl dikin an na ?

Di pêşnûmapirsê de wiha hate gotin:

Haya we jê heye ku li başûr rojhilatê Tirkiyeyê şaredarên bi rengekî demokratîk hatin hilbijartin careke din ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm tayîn hatin kirin?

Hûn dikarin piştrast bikin ku ji sala 2016’an û vir ve nêzî 100 şaredarên HDP’î li Tirkiyeyê ji wezîfeyê hatine dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin? Eger ev ne rast be, hingî rastî çi ye?

  • Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan ragihand ku dûrxistina ji wezîfeyê ya nûnerên mirovan êrişeke tund e ku li dijî demokrasiyê hatiye kirin. Hûn jî tevlî vê nêrînê dibin? Gelo mafên siyasî tên binpêkirin?
  • Hûn amade ne ku girtina nûnerên gel ên hilbijartî bi rengekî eşkere şermezar bikin? Eger na, çima?
  • Hollanda û Yekîtiya Ewrûpa ji bo hurmetê nîşanî pîvanên demokratîk bidin di nava hewldaneke çawa de ne?
  • Pêkanîna van kiryarên antî-demokratîk wê tesîreke li têkiliya bi Tirkiyeyê re bike?

Biryara çalakiya hevpar

Wekî din gelek sazî û rêxistinên li Hollandayê biryar da ku li dijî desteserkirina îrade û demokrasiyê çalakiya hevpar bikin. Çalakî wê Şemiyê saet 15:00 li meydana Dam a li Amsterdamê pêk were.

 

ANF/DEN HAAG