Piştî girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê zimanê zikmakî ketin greva birçîbûnê, hikûmeta AKP'ê pêşnûmeya Parastina Zimanê Zikmakî xist rojeva meclîsê. Piştî pêşnûme sewqî meclîsê hate kirin, pêşnûma şandin Komîsyona Edaletê. Pêşnûmeya ku ji aliyê AKP'ê ave hate amadekirin rastî rexneyên hişk tê. Piştî ku Komîsyona Edaletê ya Meclîsê, Pêşnûmeya Parastina Zimanê zikmakî sewqî komîsyona jêrîn kir bertek zêdetir bûn. Der barê pêşnûmyea parastina zimanê zikmakî de gelek bertekên neyînî derketin holê. Piştî pêşnûme şandin ji komîsyonê re li bendê ye ku ev pêşniyar bê niqaşkirin û bê bi encamkirin. Lê heta niha ev pêşniyar bi encam nebûye. Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî derbarê vê pêşniyarê de tev li xabatên komîsyonê bû. Ev pêşniyar ji aliyê hin kesan ve erênî hate dîtin, lê ji aliyê parasvanên mafên mirovan û siyasetmedaran ve heta niha neyînî hatiye dîtin. Saziyek ku kevneşopiya ziman û hebûna ziman di meşîne KurdÎ-DER jî vê pêşnûmeyê neyînî dît. Serokê Giştî KurdÎ-DER'ê Burhan Zorooglu nerînên xwe yên der barê pêşnûmayê de ji DÎHA'yê re anî ziman.

'Ev gav jî xapandin e'

Zorooglu, diyar kir ku înkar û îmha li ser gelê Kurd her roj bê hempa tê meşandin û got ku gel jî bi berxwedanekî bê hempa li hemberî van tunekirina vîna xwe dide nîşandan. Zorooglu, da zanîn ku hêj dema li helwesta hikumeta AKP'ê tê nêrîn di dilê xwe de wek naxwaze pirgirêkan çareser bike û wiha got: "Hêjî gavên di avêje di derdora xapandin û gewirandinê de digere. Wek ku tê zanîn piştî girtiyên siyasî girtiyên bi navê KCK'ê yê ku di hundir de ne ji bo ku zor û zordestiya li ser zimanê gelê Kurd û tecrîta li ser Serokê Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan didome ji bo vê yekê dest bi greva birçûnê kirin. Piştî vê pêvajoyê zimanê Kurdî kete rojevê. Ev ji mirov dixe nava fikaran wextê dewlet an hikumet dikeve tengasiyê hinek dixwaze gavan biavêje. Dema ku mirov li derdora wan û gavên wan dinêre dîsa di çarçoveya xapandinê ye."

'Pêşnûme, TRT6 û dersa hilbijêr'

Zorooglu, destnîşan kir ku mijara ku ji bo parastina bi zimanê dayikê li dadgeha bê qebulkirin ji bo wek bibe zagonek anîne rojeva meclîsê û axivî: "Dema ku li nava pêşnûmeyê tê nêrîn yanî em bêjin wek Artukliyê, vekirana TRT 6'ê û weka pejirandina dersên hilbijartî çareserkirinekî bi xwe re neyne. Tenê di vir de çi ye dibêjin 'Min li ber çavan viya jî kir rojeva xwe lê êdî hûn çi dixwazin' bi niyetekî wisa dibêjin. Yanî dema em li naveroka vê pêşnûemeyê dinêrin weka ku henekê xwe bi van girtiyan û gelê Kurd bike. Dema henekê xwe bi zimanê Kurdî bikin tê wateya ku bi gelê Kurd dikin. Li ser vê meselê hinek gotin hatin gotin wek ku birêz Arinç got 'Ne zimanekî bajarvaniyê ye û ne zimanekî ku pê perwerde bê kirin' anî ziman. Lê belê di nava demê ji ber ku bertekên tund li hember vê yekê hatin dayîn hate gotinê rayedarê hikumetê hate guhertin. Di nava pêşnûmeyê de tê gotin ku dê girtî bi heqê xwe pere bide lê ev bi serê xwe jî sosretek mezin e."

'AKP, dibêje lê napêje!'

Zorooglu, bilêv kir ku li gorî zagonê Tirkiyê heta dozek bi dawî nebe çi mesrefa tê kirin li ser dadgehê tê kirin û got piştî soz bi dawî dibe ew kesê ku ji dozê hatiye darizandin wê mesrefê dide. Zorooglu, da zanîn ku niyeta hikumetê ya derbarê ziman de qet nayê qebul kirin û wiha got: "Çareserkirina pirsigirêka Kurd û zimanê Kurdî bi hev re girêdayî ye. Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe ya ziman jî nabe. Çareserî di perwerda ziman de ye. Ger ku hebûna gelê Kurd di qonaxa qebulkirinê de derbasbûye wê demê pêwîste ji pêşdibistana heta zanîngehê hebûna zimanê Kurdî jî bê qebul kirin û amadekirina dibistanan jî destpê bike. Dibê ku bingehek li gorî vê yekê bê avakirin. Çareserkirina ziman bi perwerda ziman dibe. Ger ku pejirandina vî zimanê bê kirin ji bo qenciya Tirkiyê ye. Ger ku Tirkiyê dixwaze li Rojhelata navîn bibe xwedî soz, bila pirsgirêka Kurd û zimanê gelê me çareser bike."
Zorooglu, bal kişand ser polîtîkaya hikumetê û wiha wiha vegot: "Dema mirov li hikûmetê dinêre derengbûn, xapandin û kirinê bi gav avêtin û pratîk tune ye. Yanî dixwaze me vê jî kir. Bu kurtasî dibêje lê napêje. AKP tenê ne pirsgirêka Kurd, hemû pirsgirêkê ku li Tirkiye mevcutin naxwaze çareser bike. Tenê ji bo berjewendiyê xwe ku ezê xwe çawa bikim desthilatdarî gavên wisa bi xapandin û birdozîk dide avêtin."


BÎLAL GULDEM / DÎHA/AMED