Meclîsa Nûneran a li Kongreya Emerîkayê pêşnûma qanûna “qirkirina Ermeniyan” qebûl dike, erê kir. Pêşnûmeqanûn wê di demeke kin de li Senatoya Emerîkayê bikeve dengdanê.
11´ê Nîsanê, Serokê Komîteya Istixbaratê yê Meclîsa Nûneran û parlementerê Californiayayê yê demokratan Adam Schiffê di pêşnûmeqanûnê dibêje, “Meclîsa Nûneran qirkirina Ermeniyan nas dike û bi bîr tîne, û weke polîtîkaya Emerîkayê dibîne.”
Tevî ku 96 sal di ser avabûna Komara Tirk re derbas bûne jî qirkirina Ermeniyan û gelên din ên Anatolyayê ji aliyê dewleta Tirk ve nehatiye qebûlkirin û beşek dewletên cîhanê jî vê yekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.
n WASHINGTON