Bi 10 hezaran kesên balafirgeha Amedê kom bûn, cenazeyên 3 jinên siyasetmedar ên Kurd Sazumankara PKK'ê Sakine Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fidan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku di 9'ê Çile de li Parisê hatin înfazkirin li balafirgeha Amedê bi silogana "Şehît namirin" û "Bijî Serok Apo" pêşwazî kirin. Girseya ku êvarî bi qasi 2 saetan li benda cenazeyan rawestiyan, pişti cenaze hatin bi girseyî pêşwazî kirin. Dema cenaze bi balafirê daket balafirgehê girsê bê navber slogan berz kir û li tilîliyan dan. Bi 10 hezaran kesên ku di navde siyasetmedar, paramenter, hunermend, şaredar, nivîskar û nuneren saziyên sivîl ên civakî ji hene cenaze wergirtin û ber Nexweşxaneya Taybet a Dortyola Baglarê ve dest bi meşê kirin. Bi 10 hezaran kesên ku tev li meşê bûn bê navber sloganên Şehîd namirin", "Ey şehîd riya te riya me ye", "Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok", "PKK gel e, gel li vir e", "Rêhevalen rojê nemir in" û "Hezar silav ji hevalên PKK ava kirine re" berz dikin. Girse heta nexweşxaneyê meşiyan û cenaze hembêz kir. Bi 10 hezaran kesên ku poster û wêneyên Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez rakirin wêneyên wan ên biçûk bi singa xwe vekirin. Cenazeyên 3 jinên Kurd ji aliyê jinan ve hat wergirtin û li ambulansên cenazeyan hatin barkirin.

Ewlehiya girsê Dayikên Aştiyê û jinên BDP'î girt û bê navber sloganên "Şehîd namirin", "Ey şehîd riya te riya me ye", "Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok", "PKK gel e", "Bijî Serok Apo" "Rêhevala rojê nemir e" berz kir. Girsê bi sirûda "Çerxa şoreşê" cenaze pêşwazî kir û pişt re ber bi nexeşxaneyê ve dest bi meşê kirin. Pişti maşîneyên cenazeyan ketin rê, girsê heta nexweşxaneyê bê navber slogan berz kir. Çapemeniyê eleqeyek mezin nişan da.

Her kes derket kolanan

Girse, bi posterên mesin ên Cansiz, Dogan û Şaylemez heta nexweşxaneya Baglarê meşiyan û pankarta "3 Rêhevalên me nemir in" û li ser weneyê Cansiz "Min wekî mîlîtana mafdar a jina mafdar şerm kir ku bêjim ax" vekir. Di meşê de alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Girsê dîsa dowîzên "Em hemû Fidanin", "Em hemû Sakine ne" û "Em hemû Leyla nin" rakirin û meşiyan. Girseya ku li Kolana Havalimani, Kuruçeşme û Gurselê re meşiyan heta Nexweşxaneya Taybemt a Baglarê meşiyan. Ji ber ku tevlêbûnek zêde bû, girsê rêya 10 deqiyeyan 2 saetan meşiyan. Girsê maşîneyên cenazeyan bi Konfederalîzmê û qurnefilan xemiland.

'Hûn bi xêr hatin Kurdistanê'

Di meşê de maşîneya BDP'ê anonsa "Hûn bi xêr hatin Kurdistanê" û "We îşev soz da 3 kulîlkên azadiyê ku hûn dê ala wan a têkoşîna azadiyê li erdê nehêlin" kir. Dîsa strana "Se jinan azad" a Delîla peşkêş kir.
Cenaze bi qurnefil û alên KCK'ê û PKK'ê hatin xemilandin û birin morga nexweşxaneyê. Jinan find pêxistin û cenaze danîn ser milê xwe û birin morgê. Dema jinan 3 cenaze birin morgê bê navber slogana "Şehit namirin" hatin berzkirin.
Sibê dê saet di 08.30'an de cenazeyên Sakine Cansiz Fidan Dogan û Leyla Şaylemez li Qada Batikente bi merasimekê bişînin bajarên wan. 

DÎHA/AMED 




Bajarên herêmê dikan venekirin

Ji bo merasima 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin ku li Amedê pêk bê li bajra û navçeyên herêmê kes neçû ser kar û kesî dikan venekirin. Bi hezaran welatî ji bo tevli merasimê bibin ji bajar û navçeyên derdorê hatin Amedê.
Li bajar û navçeyên herêmê ji bo merasima 3 jinên siyasetmedar ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Amedê bi tevlibûna 100 hezar kesan pêk tê, kes neçû ser kar û dikanên xwe venekirin. Esnafên ku dikanên xwe venekirin ji bajar û navçeyên derdorê jî hatin  Amedê beşdarî merasima cenazeyan bûn.
AMED: Li navçeyên Erxenî, Hênê û Farqînê jî bi heman armancê welatî û esnaf neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. li van 3 navçeyan jî ji bilî firin û dermanfiroşan dikan nehatin vekirin. Bi hezaran kes ji navçeyên Amedê di pêşengiya rêxistinên BDP'ê de ber bi Amedê ve ketin rê. Girseyên ku li ber avahiyên BDP'ê yên navçeyên Amedê kom bûn bi karwanan ber bi Amedê ve birê ketin
ÊLIH: Li Êlihê ji bo merasîma cenazeyên yek jê Sazûmankara PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), nûnera Parîsê ya KNK Fîdan Dogan (Rojbîn) û aktîvîsta tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ku li Amedê pêk tê li seranserî navenda Êlihê derabe ne hatin vekirinê û esnaf neçûn ser karê xwe. Esnafan bi girtina derabeyan qetliyamê şermezar kirin û ji bo merasîmê hesteyariya xwe dan nîşandan. Di serî de li kolana Gulîstan û Amedê, li navenda sûkê û li kûçeya hûnerê ku cihên diyarin bi tevahî derabe girtîne. Li taxên wek Yavuz Selîm, Baglar û hemû taxên tenişta navenda Êlihê jî esnafan derebeyên xwe venekirine. Tê xuyakirin ku li kolan û kuçêyên Êlihê bê dengî serdeste.
ŞIRNEX: Li navçeyên Sîlopî, Cizîr û Hezexê jî bi heman armancê welatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Li navçeyên Sîlopî Cizîr û Hezexê ji bilî firin û dermanfiroşan kes neçû ser kar û girse hatin Amedê. Li navçeyan bêdengî serdest e.
MÊRDÎN:  Li navçeyen Dêrik, Qoser, Nisêbîn û Şemrexê jî bi heman armancê welatî derneketin derve û neçûn ser kar. Li navçeyên Mêrdînê jî ji bilî firin û dermanfiroşan kes neçû ser kar û li ber avahiyên BDP’ê kom bûn û bi karwanên mezin hatin Amedê. Li navçeyên Mêrdînê xwendekar neçûn dibistanê û jiyan rawestiya. Gelek welatî jî bi maşîneyen xwe yên taybet hatin Amedê.
COLEMÊRG: Li navenda Colemêrgê, navçeyên Gever û Şemzînanê jî bi heman armancê welatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Li vir jî xwendekar neçûn dibistanê û jiyan rawestiya. Polîsan li gelek kolan û taxan tedbîrêm mezin girtin.
MÛŞ: Li navçeyên Kop û Melezgîrtê yên Mûşê jî heman dîmen serdest in. Li Kop û Melezgîrtê jî welatî û esnaf neçûn ser kar û li navçeyan bêdengî serdest e. Ajokaran jî maşînê xwe nexibitandin.
AGIRÎ: Li navçeya Bazîd û Giyadînê jî heman dîmen heye. Li vir jî welati neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin.
ÎDIR: Li Îdirê jî ji bo şermezarkirina qetilkirina 3 jinên Kurd ên siyasetmedar welatî neçûn ser kar Bi taybeti li qaden pazarê yên Bazîd, Basin, Rus û Yedî Kasımê û gelek kolanên din welatî neçûn ser kar.

 NAVENDA NÛÇEYAN