Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heftiya bihorî serdana Bexdayê kir. Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku Barzanî bi Bexdayê re lihevkiriye ku 100 hezar varêl petrola Kerkûkê bi rêya boriyên petrola Herêma Kurdistanê bişîne derve. Ji bo vê yekê jî komisyonek di navbera Wezareta Berhemên Xwezayî ya Herêmê û Wezareta Petrolê ya Iraqê de hatiye avakirin.
Parlamenterê Goran di parlamentoya Herêma Kurdistanê de, Elî Heme Salih der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: “Me xwestiye ku ev mijar were şopandin. Piştî lêkolînê em ê encamên wê eşkere bikin. Çend meh in şandina petrola Kerkûkê bi tanker û bi boriyan jî hatiye sekinandin.”
YNK ne hate agahdarkirin
Mijara şandina petrola Kerkûkê bûye pirsgirêka di navbera YNK û PDK’ê de. Endama Polîtburoya YNK’ê Hêro Îbrahîm Ehmed diyar kiribû: “Şandina petrola Kerkûkê bi rêya boriyan, bê agahdariya YNK’ê çêbûye. Di vê der barê de me nameyek ji Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî re şandiye.”
Der barê şandina nameyê de ji aliyê Hêro Îbrahîm ve, parlamenterê Goran Elî Heme Salih diyar kir ku name tiştek nû tê de heye û pêwîste were nirxandin.
Di beşek ji nameya Hêro Îbrahîm de hatiye ku; “Biryara hikûmetê ya şandina petrola Kerkûkê bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê ku 100 hezar varêl e, bê edaletî li hember xelkê Kerkûkê ye. Ji ber ku dahata petrola ku ji Kerkûkê tê şandin, ne zelal e û bi şêwazekî adilane li Kurdistanê nayê xerc kirin. Kerkûk ji ber van nêzîkatiyan ji berhemên pereyên petrolê bê par maye. Ev yek jî bandorek nerênî li ser jiyana welatiyan dike.”
Di nameya ku pêr belav bû de her wiha tê xwestin ku di nava 5 rojan serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de bersivê bide û wiha hat gotin: “Ger bersiv neyê dayîn, em ê rêyek din a çareseriyê ji bo sekinandina şandina petrola Kerkûkê bibînin. Ji ber em li Herêma Kurdistan û Kerkûkê di bin zextên gel û raya giştî de ne.”
HANA AZAD / ROJNEWS / KERKÛK