
Fermandarê Navenda Parastina Gel (NPG) û Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan di beşa duyemîn de a hevpeyvîna bi rojnameya me re pêvajoya çareseriyê, provokasyonên AKP'ê, girîngiya hilbijartinên 7'ê Hezîranê û qewmînên li Rojhilatê Kurdistanê û serhildana Mahabadê nirxand.
Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê pêvajoya çareseriya demokratîk da destpêkirn. Lê hikûmet û artêşa Tirk bi awayekî provokatîf tevdigerin. Sedema van provokasyonan çi ye?
Berê jî car caran me dianî ziman ku di zîhniyeta AKP’ê de çareseriya pirsgirêka Kurd nîne. Ji ber ku ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike divê beriya her tiştî zîhniyeteke demokratîk pê re hebe. Ev bi AKP’ê re nîne. Di vê dema dawî de vê heqîqetê zêdetir xwe da der. AKP berê tim bi hesabên hilbijartinê nêzî pirsgirêka Kurd dibû. Ji bo bibêje; ‘min di Tirkiyeyê de aramî çêkir pirsgirêkan ez çareser dikim. Pirsgirêka Kurd jî ez çareser dikim.’ Heta dibêje, ‘min çareser kir. Ez li Tirkiyeyê aborî, îstîqrar û aştiyê bi pêş dixînim.’ Ji bo van peyaman bide civakê her tim dixwest beriya hilbijartinan agirbest hebe û şer nebe. Jixwe ji Newroza 2013’an heta 2015’an heman siyaset dimeşand. Heta ji bo di artêşê de hinek fermandar bi însiyatîfa xwe şer nekin qanûn derxist însiyatîf ji fermandaran girt û da waliyan. Jixwe walî girêdayî hikûmetê ne. Ango siyaseta AKP'ê ev bû ku beriya hilbijartinan agirbest hebe şer nebe û aramî pêk were. Piştî daxuyaniya li Dolmabahçeyê ya hikûmet û heyeta Îmraliyê HDP’ê wekî deklarasyoneke dîrokî banga Rêber Apo ya Newroza 2015’an jî hat ragihandin û li pêşiya bi mîlyonan însan hat xwendin. Vê destê siyaseta Kurd xurt kir.
Rêber Apo xwest ku di vê pêvajoyê de tevahî hêzên demokratîk, çep, sosyalîst û aştîxwaz li derdora HDP’ê bike yek û wisa bendava ji sedî deh a hilbijartina bibihûrîne. Di sîstema Tirkiyeyê de kunek vebike şerê demokrasiyê têxe sîstemê. Ne derveyî sîstemê şer di hundirê sîstemê de jî ji bo têkoşîn bibe pêngavek pêşxist. Erdogan fêm kir ku ev hemle encam digre û ew bixwe winda dike, lê dereng fêm kir. Vêya di Newrozê de fêm kir. Ji bo vê mudaxele kir got; "Ev tiştên hatine kirin agahiya min jê nîne. Min şandeya çavderiyê ji çapemeniyê bihistiye û ne rast e." Cardin Erdogan got; "Daxuyaniya Dolmabahçe jî ez rast nabînim. Pirsgirêka Kurd bi esasî nîne." Bi kurtahî Erdogan mudaxeleyî pêvajoyê kir û pêvajo sekinand. Wisa ev siyaseta agirbest dît xîzmetî wan nake niha dixwaze kun bike. Di vê çarçovê de planek çêkirin. Li Tendurekê ji bo refek gerîla were tunekirin operasyon pêşxistin. Ew operasyon di seat 3’ê sibê de destpêbû bi helîkopteran leşker daxistin ku ji bo ew yekîneyê tune bikin ketin tevgerê. Lê nikaribûn û bi sernekeftin. Bala xwe bidên hem di aliyê Tirkiyeyê de her roj êrîş dibin ser avahiyên HDP’ê, hem jî li aliyên Kurdistanê leşker xistine tevgerê. Dixwazin wisa qeyranek avabikin ku ji bo xelkên ku bi gumane rayên xwe bidin HDP’ê dudil bibin û rayê xwe nedin. Cardin ji bo ku bibêje vaye ez li dijî PKK şer dikim û bi vî awayî bikaribe ji derdorên netewperest hîn zêde ray bigrin. Ji bo HDP nikaribe xebatên hilbijartinê bi temamî bike û asteng li pêşî çêbe. Ji bo bi vî awayî bikaribin HDP’ê di bin bendava hilbijartinê ya ji sedî dehan de bihêlin û rayê wan derbasî AKP bibe. Di vê çareçovê de mirov dikare bibêje bi mudaxeleyên Erdogan ev êrîşên li ser avahiyên HDP’ê pêktê û heman demî niha cih bi cih leşker xistine tevgerê. Heta mirov dikare bibêje provokosyonên li Tendurekê çêbûyî agahiya Erdogan jê hebû. Bi kurtahî AKP ji bo rayan bigre ji xelkê Tirkiye yên wisa hestên netewperestî û nijadperestî pê re heyî, ji bo ji wan ray bigre û ji bo demokratên Tirkiyeyê yên bi rastî aştîxwaz rayên xwe nedin HDP’ê bi vî awayî provokasyonan bi pêş dixîne.
Ji bo çareseriya pirskirêka Kurd Rêberê Gele Kurd Abdulla Ocalan deklarasyoneke ji 10 madeyan pêşkeşî dewleta Tirk kir. Lê heta niha ti gav nehatine avêtin. Sedemên gavneavêtinê çi ne?
Diviyabû ku şandeya çavderiyê tevî heyeta Îmraliyê biçûya gel Rêber Apo û wisa muzakereyan destpê bikiraya. Bi vî awayi li ser deh xalan muzakere destpêbûya û li ser van xalan lihevhatin çêbibûna wê demê wê kongreya PKK’ê jî biciviya û biryarên pêwîst bigirtana. Lê mudaxeleyê Erdogan hemû tişt xitimandin. Di aliyê dewleta Tirkiyeyê de pêvajoya muzakereyê hat rawestandin, jixwe şandeya çavderiyê hêj neketibû dewrê, hat sekinandin. Navê xwe jî zelal nebû. Çima kongreya PKK’ê neciviya û çima AKP'ê gav neavêtin di vê derheqê de wê rêveberiya KCK’ê berfirehtir raya giştî agahdar bike. Lê ev eşkere ye ku dewleta AKP agirbest şehitandiye. Ango êrîşên Tendurekê hilweşîna agirbestê ye.
Cardin ev 35 roj in têkiliyên me bi Serokatî re nîne. Ev rewşek cidî ye. Rêber Apo mîmarê vê pêvajoyê ye. Û niha ev 35 roj in pê re têkilî nîne. Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê pêvajo tenê ne hatiye xitimandin ji holê hatiye rakirin. Agirbest hatiye rakirin têkilî bi rêber Apo re hatiye qut kirin ev nîşaneyên xeteriyê ne. Ger hinek bêjin, ‘ev tiştana AKP bi hesabê hilbijartinê dike ne niyeta xwe ya esasî ye’ wê ne rast be. Ji ber ku tiştê Erdogan gotiye tiştên bingehîn in. Dibêje ku teref nîne, mase nîne. Derewan dike. Di halê hazir de teref çêbûn li qesra Dolmabehçe teref rûniştin. Û maseyek heye. Lê Erdogan vana red dike dibêje, ‘du terefî tunebûna Tirkiyeyê ye û ne mumkûne çêbe.’ Ger Kurdan wekî teref nebîne wê çawa çareserî çêbe? Ev tê wê wateyê ku di zîhniyeta wan de çareserî nîne.
Li hemberi provokasyon û siyaseta çaresernekirinê ya AKP'ê û dewleta Tirk wê helwesta HPG'ê çawa be?
Hûn wekî HPG’ê ji me dipirsin. Ez jî wekî HPG bersivê didim ku em niha pir bi baldarî pêvajoyê dişopînin. Em agirbestê yek alî esas digrin. Rast e. AKP agirbest şehitandiye, lê em wekî HPG girêdayî fermanê Rêber Apo ne û em niha ji aliyê xwe ve wisa agirbestê yekalî didomînin. Li gelek cihan di xeta Qilêban, Şemzînan û Amedê de artêşa Tirkiyeyê bingehê pevçûnan amade kir, me tedbîrên pêwîst girtin. Lewra heta niha pevçûnan rû neda. Lê ev heta dawî naçe. Ger zêdetir di vê siyaseta xwe de israr bikin, em ê jî li ser bifikirin. Ango li ser Rêber Apo niha tecrîd heye. Tecrîd nîşaneya şer e. Ji bo me tecrîd tê wateya şer. Hêzên xwe yê leşkerî aktîf kirine tedbîran digrin, bendavan çêdikin, qeraqolan çêdikin ango xwe ji bo şerekî dijwar amade dikin. Ev mijareke pir girîng û cidî ye. Niha her kes bi pêvajoya hilbijartinê re mijûl e. Li aliyê din jî wisa pêvajoyeke xeter tê pêşxistin.
Em di vê derheqê de hemû kesên eleqedar hişyar dikin. Di serî de hikûmet û dewleta AKP dûvre hemû kesên aştîxwaz û alîgirên aştî û demokrasiyê em hişyar dikin ku ev nêzbûnên AKP nêzîkbûnên xeter in. Li ser Rêberiya me pêşxistina tecrîdê pêşxistina şer e. Cardin di pratîkê de jî jixwe hewldanên wisa berçav in. Ji bo vê jî em dixwazin her kes di vê derheqê de hişyar be. Ev pêşveçûnana bi xwe re nîşaneyên xeteriyê raber dike. Cardin em bi baldarî dişopînin û em hesasiyet û baldariya xwe dom bikin. Lê evê heta ku derê bajo di wê derheqê de ez nikarim tiştekî bêjim. Ji ber ku her tiştek sînorek xwe heye.
Encamên hilbijartinan wê çawa têsîrî li pêvajoya çareseriyê û rojên pêş bike?
Bêguman di vê qonaxa girîng de hilbijartinên li Tirkiyeyê di rojevê de ne, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd roleke xwe ya girîng heye. Bi rastî jî heya niha li Tirkiyeyê pir hilbijartin çêbûn û di gelekan ji wan de jî hêzên Kurd ê demokratîk jî beşdar bûn. Lê ti caran wisa di asteke stratejîk de hilbijartin neketibûn rojevê. Hilbijartinên niha bi rastî di asteke stratejîk de ne. Ango Tirkiye bi van hilbijatinan dike rêya xwe diyar bike. Gelo Tirkiye dike di sîstemeke wisa takekesî û dîktatoriyal û di hundirê xwe de girtî wê di rêya xwe dom bike? Ku di vê rêyê de şer heye û xitimandin heye. Lê na gelo dike bi van hilbijartinan re Tirkiye û gelê Tirkiyeyê wê bijareya xwe ya demokrasiyê bi pêş bixîne? Wê ev pirsana zelal bibin. Ev hilbijatin hilbijartina sîstema takekesî dîktatoriyal û demokrasiyê ye. Ev hilbijartin hilbijatina şer û demokrasî ye. Ev hilbijatin hilbijatina bi gelê herêmê re dijberî yan jî biratî ye. Ev hilbijatin hilbijatina navber hêzên hegomonîk desthilatdar û xelkên bindest û kedkaran e. Ev hilbijartin hilbijartina li hemberî dizekiyê, rantxwurî û xapandinê hilbijatina heqîqet û adaletê ye.
Di warê rewşa AKP'ê, partiyên din û HDP'ê de hûn pevajoya hilbijartine çawa şîrove dikin?
Gelê Tirkiye û gelê Kurd dike di van heqîqetan de tercîha xwe bikin. Di raya me de hilbijartinên îro di rojevê de di vê astê de girîngiyek xwe heye. Yekemîn car li Kurdistan û Tirkiyeyê partiyek bi projeyeke nû derdikeve rojevê. HDP projeyên ku bi pêş xistiye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo guhertin û veguhertina komara Tirkiyeyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê projeyeke girîng e. Hem di aliyê mafê jinan de, hem di aliyê ekolojîk de û hem jî di aliyê însanî, adalet û demokrasî de xwedan helwestên pir balkêş û girîng in. Yekemîn car li hemberî AKP, CHP û MHP’ê ango li hemberî partiyên sîstemê wisa partiyeke ji derveyî sîstemê îro bû namzet ku astenga ji sedî deh bibibhûrîne. Ev tiştekî nû ye. Hem ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, pêşeroja demokrastiya Tirkiyeyê û hem jî ji bo doza Kurd û pêşeroja gelê Kurd tiştekî girîng e. Ji bo vê yekê hemû kesên aştîxwaz, demokratîkxwaz û hemû kesên alîgirên biratiya gelan hemû kesên ku naxwazin yek rengî, yek zimanî, takekesî û zîhniyeta yekperest pêşbikeve divê di vê hilbijartinê de xwedan helwest bin. Ev nêzî 50 salan e ku li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasî û sosaylîzmê di rojevê de ye. Îro yekemîn car e ku derfet çêbû ku hêzên demokratîk û sosyalîst li Tirkiyeyê xwe bikin îrade. Rêya vêya jî bi tevgera azadiyê re bi îtîfaq kirinê re derbas dibe. Jixwe îro hewldanê îtîfaqê bi awayekî xurt pêşketiye. Ev derfet û fersendek nû ye. Divê gelê Kurd hemû kes bizani be ev fersendê nû em bi kar bînin. Ger em bikarneynin HDP encam negre û AKP cardin serbikeve û sîstema Serokatî bîne Erdogan 10 salên din Tirkiye rêvebibe wê li Kurdistanê şer çêbe. Jixwe AKP ji niha de xwe ji bo şer amade dike. Hêzê xwe û leşkerê xwe ji bo şer amade dike. Ji devê Erdogan agir dibare. Her Kurdek welatparêz, xwedan wijdan xwedan rûmet û îman divê rê nede ku cardin şerek wisa li Kurdistanê biqewime û divê ku rayê xwe nedin AKP’ê.
Çi dibe bila bibe çi Kurdek xwedan wijdan, îman, keramet divê ku rê nede ku cardin li Kurdistanê xwîn biherike. Ji bo vê jî divê rayê xwe nede AKP’ê. Divê rayê xwe bide xwe. Projeyek li holê heye ev proje ya her kesî ye. Cihê her kesî têde heye. A girîng di vê projeyê de çareseriya pirsgirêka Kurd heye. Em hêvî dikin ku hemû gelê me, gelê Kurd, hemû eşîr, ol, mezheb û hemû bawerî wê di ferqa vê heqîqetê de bin. Wê di 7’ê hezîranê de helwestê pêwîst bigrin. Ji bo ku hemleya Rêber Apo bi ser bikeve hemleya rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad encam bigre wê beşdarî meşa azadî û demokrasiyê bibin. Wê ew jî di vê meşê de cihê xwe bigrin û wisa îradeyek xurt raber bikin û di sîstema dagirkeriya Tirkiyeyê de kunek vebikin. Wê ew jî xwedan vê helwstê bin. Em bawerin ku hemû gelê Kurd, welatparêzên Kurdistan û hemû demokrat, sosyalîst, kedkar, karker, gundiyên Tikriyê û hemû olên tên bidestkirin di ferqa vê de ne û wê di hilbijartinê de helwestê pêwîst bigirin. Hêvî û baweriya me ev e.
Mehabadê welatparêziya xwe nîşan da
Li Rojhilatê Kurdistan zextên rejîma Îranê li ser gelê Kurd her diçe mezintir dibin. Herî dawî ji ber ku endamekî îstîxbarata rejîma Îranê êrîşî keça Kurd a bi navê Ferînaz kir gelê Mehabadê serî rakir û raperînek çêbû. Li beramberî vê li tevahî Rojhilat nîşandana helwêstê, belav bû. Di vê mijarê de nêrîna we çi ye?
Em bi baldarî Kurdistana Rojhilat dişopînin. Li ser keçeke Kurd êrîşên îstîxbaratê yên hovane pêk tên û li hemberî vê yêkê, keça Kurd Ferînaz xwe ji qatê jor davêje xwarê. Ev bûyereke girîng e. Gelê me yê Mehabadê cardin welatparêziya xwe û mirovheziya xwe raber kir. Bi hestiyarî û berpirsyarî li hemberî vê zilmê bêdeng nema. Ev li ser jina Kurd êrîşa dagirkerî ye. Rejîma Îranê dixwaze vê bûyerê cuda raber bike. Divê ku ev kesên êrîşkar bên girtin û bên cezakirin. Vana di şexsê Ferînaz de li ser rûmet û kerameta Kurd êrîşek bi pêş xistine. Û gelê Kurd li hemberî vê bêdeng namîne, va ye îro tenê ne li Rojhilatê Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê li hemberê vê bûyerê xwepêşandan hene. Di berxwedana Kobanê de jina Kurd pêşengtî dike. Di têkoşîna azadiya jin de û di têkoşîna azadiya civakê Rojhilata Navîn de rolek dileyze. Beramberî wê ev êrîşa li Mihabtaê heman demê de êrîşek li ser jina Kurd e. Ji bo vê jî gelê Kurd li hemberî têkoşîna azadiya jin xwedan helwestek e. Hem jinên Kurd hem jî tevahî gelê Kurd divê li hemberî vê zilmê xwedan helwest bin. Êdî kes nikare li Kurdistanê wekî dixwaze zilm bike.
Divê dewleta Îran jî vê heqîqetê bibîne û helwesta xwe ya li hember Kurdan biguherîne. Divê ji keramet û rûmeta Kurdan re bi rêzî hebe. Divê wekî koleyan nêzî Kurdan nebe. Êdî kes nikare wekî kole nêzî jin û însanên Kurd bibe.
Heman demî ev rojên bihûrî roja salvegera darvekirina siyasetmedar û têkoşerên Kurd Şîrîn Elemhulî, Elî Heydariyan, Ferzad Kemanger û Ferhed Wekîlî bû ez wan şoreşgerên hêja jî bi bîr tînim. Divê ku dewleta Îranê zilma li ser gelê Kurd rawestîne û siyaseta çareseriyê bi pêş bixîne.Ez bi vê mebestê ji gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û malbata keça hêja Ferînaz re sersaxiyê dixwazim û di têkoşîna gelê me de ji bo gelê me em serkeftinê hêvî dikin.
ZÎLAN LAÇ