Dîsa çapemeniya Tirk ji devê rayedarên hikûmetê hinek agahiyan vediguhêzin, li gorî van agahiyan musteşarê MÎT’ê li Hewlêrê bi rayedarên PKK’ê re hinek hevdîtinan pêk tîne, lê rêveberên tevgera Kurd diyar dikin ku tiştekî wiha nîn e. Bi kurtasî raya giştî ya Kurd der barê vê pêvajoyê de bi tiştekî nizane. Ji ber vê yekê jî kes nizane ka dê çi nirxandinê bike. Tekane çavkaniya agahiyan rayedarên hikumeta AKP’ê ne. Ew jî li gorî dilê xwe agahiyan belav dikin, pirî caran agahiyên xapîner belav dikin.
Di warê agahiyan de tu ferq di navbera me û çapemeniya Kurd de jî nîn e. Bi kurtasî li ber destên saziyên ragihandinê yên Kurd jî tu agahî nîn in, heke hebin jî bi raya giştî re parve nakin. Ez bawer nakim ku tu agahî hebin. Jixwe tekane çavkanî birêz Ocalan e, bi wî re jî bi tenê ji malbatê Mehmet Ocalan û ji siyasetmedaran jî Ahmet Turk û Ayla Akat hevdîtin pêk anîn. Agahiyên ku Mehmet Ocalan dan, têra zelalkirina vê pêvajoyê nakin. Siyasetmedarên Kurd jî bi tenê hevserokên BDP û KCD’ê agahdar kirin.
Ji ber vê rewşê û kirinên AKP’ê tu hêviya raya giştî ya Kurd ji vê pêvajoyê nîn e. Gelek kes bi awayekî vekirî jî vê dibêjin. Erdogan mebûs û rayedarên partiya xwe kom bi kom berhev dike, der barê pêvajoyê de wan agahdar dike, der barê hilbijartinên herêmî de wan amade dike. Li hemberî vê yekê saziyên Kurd çi dikin? Gelo tu amadekariya wan heye? Xuya ye ku AKP dixwaze vê hêviya ku di warê çareseriyê de belav dike, di hilbijartinên şaredariyan de ji xwe re bike sermaye. Bi van hevdîtinan û gavên xeyalî dixwaze Kurdan bixapîne. Li hemberî van polîtîkayan tedbîrên qada siyasî ya Kurdan çi ne?
Li gorî gotinên Erdogan di warê statûya gelê Kurd de tu gavên ku AKP biavêje nîn in. Di mijarên ji bo çand û zimanê Kurdî de gavên ku avêtine li ber çavan in; dersên hilbijarî û parastina devkî ya bi Kurdî… Heçî dersên hilbijarî ne, Kurdan bi awayekî siyasî ew red kirin, lewre jî kesî daxwaza wan dersan nekir. Parastina bi Kurdî jî bi tenê dê bi awayekî devkî were kirin û di encamê de dê girtî bi xwe heqê wergêr bide. Niha qala paketa çaran a darazê tê kirin, piştî wê paketê jî dibe ku çend girtiyên ji doza KCK’ê berdin, lê jixwe ew doz bi xwe neheq û siyasî ne.
Li aliyê din heke bi berdana girtiyan, Kurdan dev ji doza xwe berda, dê girtiyên Kurd serî li qanûna poşmaniyê bidana û dê mesele çareser bûbûya. Jixwe kesên ku li qereqolan poşmaniya xwe diyar kir, li dozgeriyê hatin berdan û doz jî li wan nehat vekirin. Nexwe divê li holê bernameyeke çareseriyê ya siyasî hebe, heke bernameyeke çareseriyê ya hikûmetê tune be, bila beredayî xwe jî, me jî newestîne.
Wekî encam divê qada siyasî ya Kurdan jî bi qasî AKP’ê der barê vê pêvajoyê de xwedan agahî be û li hemberî dek û dolabên neviyên Evdilhemîd xwedî amadekarî bin. Pêwîst e çapemeniya Kurd jî peywira xwe bi cih bîne û nehêle ku raya giştî ya Kurdan ji hêla çapemeniya AKP’ê ve were xapandin.
Pêvayoya Îmraliyê
Ev pêvajo ku ji hêla rayedarên AKP’ê ve wekî “Pêvajoya çareseriyê” tê binavkirin, pêvajoyeke çawa ye? Min bi xwe hê tiştek jê fêhm nekiriye. Lewre jî kî ji min aqûbeta vê pêvajoyê dipirse, ez bi xemgînî dibêjim, “Nizanim!” Bi rastî jî nizanim. Ji ber ku der barê van hevdîtinan de ji bilî çend kesan, kes bi tiştekî nizane. Di çapemeniya Tirk de qala hinek mijarên ku li ser lihevkirin çêbûye, tê kirin, lê kes nizane ka li ser çi lihevkirin pêk hatiye.