Bi hezaran leşkerên dewleta Îranê li devera Dola Kokê ya nêzî Qeladizê sînor derbas bû. Leşkerên Îranê piştî sînor Herêma Kurdistanê derbas bû, rastî berxwedana gerîlayên PJAK’ê hatin. Niha di navbera gerîlayên PJAK’ê û artêşa Îranê de pevçûnên dijwar qewimin. Şer bipiranî li mintiqeyên Dola Kokê, Deşta Wezne û Zelê didome. Yekîneyên peya yên Îranê bi kêmanî bi 6 tankan li vê herêmê ne. Dola Kokê, hêlek Jê di nava sînorê Rojhilatê Kurdistanê de ye û hêla din jî di nava sînorê başûrê Kurdistanê de ye.
Sînor derbas kirin
Endamê Koordînasyona PJAK’ê diyar kir ku Îranê bi çekên giran û bi hezaran leşker veguhestiye bajarên Serdeşt û Piraniya şarê ku ev bajarana xeta sînor in. Gerîlayê PJAK’ê diyar kir ku artêşa Îranê hişyarî daye şêniyên li war û zozanan dijîn û hişyarî hate kirin ku Îranê dest bi bombaranê kiriye û hêla sînorê Herêma Kurdistanê bin pê kiriye û derbas bûye.
Artêş Îranê di hefteyên borî de jî hewl dabû, sînor derbas bike. Çapemeniya Herêma Kurdistan û Iraqê ragihandibû ku 10 hezar leşkerên Îranê ketine nav sînorê Çomanê. Roja 11’ê tîrmehê rejîma Îranê gef li ‘Baregehê PJAK’ê’ yên li Başurê Kurdistanê xwaribû û îdia kiribû ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi piştevaniya PJAK’ê dike. Di 3’yê Tîrmehê de Serokê Herêmê Mesûd Barzanî bombe barana Îranê şermez kiribû. Barzanî gotibû: “Topbaranên Îranê yên li dijî welatiyên Kurdistanê yên ser sînor em şermezar dikin.” Lê balkêşê ku piştî sînor derbaskirî de tu daxuyanî neheta dayîn.
400 gund hatin valakirin
Berdevkê artêşa Amerîkayê ya li Iraqê Jeffrey Buchanan ji bo dawîlê anîna êrîşên Îranê, amade ne, piştgirî û destekê bidin hikûmeta Iraqê. Ji aliyekî din ve El Radeyn TV’ê ragihandi bû ku hêzên Îranê demeke berê li ser xeta sînor 50 qereqolên leşkerî û xalên pişkinînê ava kirine. Her roj Îran bi topbarana obûs, hawan û bi katûşan li dijî herêma Qendîlê êrîşa li dar dixe. Ji ber van êrîşên Îranê hinek şêniyên jîngehan yên vê herêmê neçar mane koçî Sîdekan kirine. Berdevkê Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê Cabar Yawer çend roj berê daxwuyandibû ku herêmên sînor ji 2007’an û vir ve ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve tên bombebarankirin û di encama van êrîşên bombebaranî de 400 gundên herêmên sînor vala bûne.
Perwerda Artêşa Tirk
Îran a ku pêştir li ser sînor operasyon hindik û sînordar pêk di anî, êdî di warê jimarî û demê de ev operasyon hatin berfirekirin. Herî dawî di operasyona li Çiyayê Tendurekê yê li aliyê Îranê dikeve, li ‘Kir’ê, pêk hat de 2 hezar leşker beşdar bû. Her wiha ji bo operasyonên taybet jî yekîneyên kontrgerîla tên çêkirin. Hat zanîn ku artêşa Tirk jî di warê şerê li dijî gerîlayan de agahî û zanyariyan dide Îranê, her wiha di vî warî de ji Fermandariya Giştî ya Tirk hinek leşker ji bo perwerdehiya leşkerî bide artêşa Îranê hatiye şandin.
Li çiyê şewateke mezin
Li Çiyayê Avyera serbi bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanê şewatek mezin derket. Agir bi bandoriya bayê jî nêzî bajar bû. Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îranê de cih girtîn, roja Yekşemê li derdora demjimêrên 16.00’an de şewat li Çiyayê Avyera derketiye û eraziyekî 7 hektar bûye xwelî. Her wiha hat ragihandin ku, agirê bi bandora bayê re nêzî bajarê Sîne bûye lê agir bi zehmetî hatiye vemirandin. Şewat piranî ji ber operasyonên leşkerî û di topbarana de derdikeve holê.
ANF/QENDÎL