Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku komên çekdar welatiyên sivîl ên di gunde wek mertal li pêşiyê bikartînin û nahêlin sivîl ji gund derbikevin. di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku armanca YPG'ê ew ê parastina sivîlane û derxistina komên çekdar ji gunên Kurda û wiha dom kir:" Armanca hêzên me parastina sivîlane û komên çekdar ku wêraniyê bi xwe re tînin ji gundan derbixin, ji ber vê yekê em bi baldarî di pevçûnên xwe yên di nava gund de tevdigerin."Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku pevçûn heta duh li gundê Basilê û riyên di navbera gundê Aqîbê û Ziyarat didomin."
Wesayîta Asayîşê teqandin
Wesayîtek hêzên Asayîşa Hesekê jî hate teqandin. Di encama teqînê de endamekî Asayîşê û zarokekî 13 salî birîndar bûn. Nûçegîhanê ANHA'yê diyar kir duh saet di 10.15'an de li dijî wesayîta hêzên Asayîşê ya li taxa Nasra êrîşa teqandinê pêk hat. Di wesayîtê de bombeyek hate bicih kirin û hate teqandin. Di encama teqînê de endamê Asayîşê Mihemed Şêxo ku wesayît dajot û zarokê 13 salî Enton Edor ku nîzî cihê teqînê bû birînda bûn.
ANHA/EFRÎN-HESEKÊ
Ereban êrîş şermezar kirin
Komên çekdar ên girêdayî Artêşa Hur êrîşî ser gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin. Di encama bersiv dayina şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de pevçûn bi dijwarî rû dan. Komên çekdar ên ku li ber berxwedana şervanên YPG'ê têk çûn dest bi kiryarên dij mirovî kirin û dest bi revandina welatiyên sivîl li ser riya kirin.
Dengên şermezarkirinê li dijî êrîşên komên çekdar bilind bûn û mîna şêniyên herêmê bi hezaran penaberên ji bajarên din ên Sûriyê ku ji ber rewşên şer berê xwe dane Efrînê û li vir bi cih bûne. Di nava penaberan de ji hemû pêkhateyan hene ku gelê Efrînê malevaniya wan kir û bi hemû îmkanên xwe alîkariya wan kir.
Penaberên Ereb jî êrîşên Komên Çekdar li ser navçeya Şêrawa ya Efrînê Şermezar kirin û helwesta xwe ya nerazîbûna xwe nîşan da. Jina bi navê Wîsal Cefer ku ji beriya salekê ji taxa Bustan Başê ya Helebê koçî Efrînê kiriye diyar kir ku piştî li taxa wan pevçûn dijwar bûn berê xwe dan, Şêxmeqsûd û ji vir berê xwe dan Efrînê. Wîsal Cefer, da zanîn ku ew dibhîsin ku komên çekdar ên Artêşa Hur êrîşî gundên Şêrawa dikin. Wîsal Cefer berpirsyar kir gelo kî li dû van êrîşan disekinin û got: “Gelo kî li pişt van êrîşan e ?, şerê kê dikin ? em û Kurd bira ne bi salan em bi hev re jiyan dikin. Komên çekdar dixwazin diziyê bikin ji ber wê yekê êrîş dikin van koman xwe firotine. Em hêvî dikin ku ev kesan ji helwesta xwe vegerin. Gelê Kurd malevaniya me kirin û rê li ber me malên xwe ji me re vekirin. Em birayê hev in”
'Komên çekdar welat firotine'
Wîsal Cefer, destnîşan kir ku ev komên çekdar di dema ku welat firotine, xelkê dikin xayîn û ev tişt got: “Komên çekdar welat firotine û xelkê dikin xayîn, em firotin û êrîşî rûmeta me kirin û niha dixwazin ku gelê Kurd têxin nava şer û pevçûnan, riyên dijmirovî bikartînin, li ser riya welatiyên sivîl direvînin. Em ji wan re dibêjin em Ereb jî alîkariya we nakin. Artêşa rêjîmê li Efrînê tune ye, li vir îradeya azad heye. Ev ê ku navê Artêşa Hur li xwe dikin ber êrîşî Efrîn ku Kurd, Ereb û netewên tê de jiyan dikin azad in û bi biratî jiyan dikin.”
Penaberê bi eslê xwe Ereb Ehmed Zekûr jî derbarê bûyerên dawî de ev tişt anî ziman: “Em li dijî kiryarên van komên çekdar in, çima riyan digrin, êrîşî sivîlan dikin. Ev herêm in bi ewle ne bila êrîşên xwe bibin ser rêjîma Baas. Em bang li van komên çekdar dikin ku ji êrîşên xwe paşve vegerin.”
Mehmûd Cabir jî yek ji penaberên Ereb e, tevî malbata xwe li Efrînê rûdine û bang li van komam kir ku ji êrîşên xwe vegerin û hêmanên biratiya Kurd û Ereban binpê nekin.