Di daxuyaniyê di hate gotin: “Pevçûnên bi dijwarî li gunên Basilê û Zaretê rû dane ji ber ku komên çekdar hewldan ku êrîşê hêzên YPG’ê bikin û di encama bersivdayînê de 4 ji komên çekdar hatine kuştin û yek jî dîl hate girtin. Ew jî neçar man ku paş ve vegerin. Komên çekdar dîsa êrîşî YPG’ê kirin û vê carê jî ji aliyê gundê Zaretê ve êrîş kirin û bi berxwedana YPG’ê neçar man ku paş ve vegerin.”
YPG’ê destnîşan kir ku, “Piştî têkçûna êrîşên komên çekdar, gundê Aqîbê topbaran kirin. Bi topên hawan, tang, reşaşe û doşka şêniyên gund ketin metirsiyekê û hin ji wan koçber bûn. Piştî şervanên YPG’ê bersiv dan neçar man ku paşde vegerin.”
EFRÎN