Ebû Karwan ragihandina Sîstema Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê wek cihê kêfxweşiyê nirxand û li gelê Kurd û yê Rojava pîroz kir.
Ebû Karwan di dewama axaftina xwe de jî got; "Weke Koma Azadî ya Partiya Komûnîsta Kurdistanê em vê pêngava birayên xwe ya li Rojavayê Kurdistanê, wek pêngavek di cih û pir erênî dibinin. Gelê me li Rojavayê Kurdistanê bi dayîna berdêlên mezin, rijandina xwînê û têkoşîneke mil-milane karî bigehin asteke weha serketî. Ji bo wê pêwîst e, di demeke weha dîrokî û hesas de hemû hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê di bin yek sîwanê de xebatê bimeşînin û yekîtiya xwe biparêzin.”
Di dawiyê de serokê Koma Azadî ya Partiya Komunîsta Kurdistanê Ebû Karwan weha peyîvî; "Li Herêma Kurdistanê jî erkên parlamen, hikûmet û tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ye piştgiriya ragihandina sîstema Fedarasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê bikin."
Rojava wek mînak ji bo Başûr
Parlamenterê YNK’ê Ferhad Sengawî jî da xuyakirin ku Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê serketineke mezin e, û di serî de Başûr ji bo hemû parçeyên din ên Kurdistanê jî wê bibe mînakeke çareseriyê.
Têkildarî ragihandina sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Sengawî got; "Ev serketineke mezin e. Ji bo xebata neteweyî ya gelê me jî wê bibe pêşengiyeke mezin. Di nava dilê her takesek Kurd de jî hêzek mezin bide çêkirin. Her weha wê bibe pêşeng û mînak ji bo li Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê."
Têkildarî girtina Deriyê Sêmalka di demeke weha de ku li Rojavayê Kurdistanê sîstema federaliya demokratîk hat ragihandin jî, Sengawî got; “Pêwîst bû ku ev derî nehatiba girtin. Ji ber ku divê di navbera van her du parçeyên Kurdistanê de hemû cure kirîn-firotin û peywendî bên bipêşxistin.”
SILÊMANÎ