Şandeya Nûnertiya Rojava ya li Rûsya ku ji Nûnerê Rojava yê li Rûsya Rodî Osman, Cîgirê Nûnerê Rojava li Rûsya Reşad Bênav û Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rûsya Abdulselam Alî pêk dihat, bi Cîgirê Rêveberiya Ofîsa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Andrei Panov re peyivîn.

Di hevdîtinê de Panov diyar kir ku pêwîst e Kurd bi rêya nûnerên xwe yên rast  beşdarî  danûstandinên Cenevre 3 bibin û got, “Pêwîst e Sûriye veguhere sîstemeke demokratîk a nû û yekîtiya Sûriye bê parastin.”


Cenevre ne cihê çareserkirina aloziyê ye

Şandeya nûnertiya Rojava li Moskovê jî îşaret bi wê yekê kir ku Cenevre ne cihî çareseriya aloziyên li Sûriyeyê ye û weha peyivî: “Dûrxistina Kurdan ji Cenevê tê wateya ku herdu alî naxwazin doza Kurd û Sûriyê çareser bibe. Lê ew dixwazin rêjîm li ser  desthilatdariyê bimîne û tenê kesayet bêne guhertin.”

Nûnerên Rojava li Rûsya dan zanîn ku derketina ji aloziya heyî bi sîstemeke demokratîk û federal dibe ku mafê hemû pêkhateyên Sûriye bibarêze. Nûneran got, reşnivîsa destûra bingehîn a Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûriyê mafê hemû pêkhateyan misoger dike.

Di dawiya  hevdîtinê de nûnerên Rojava diyar kirin ku Sîstema Federal a Demokratîk sîstemeke civakî ye, armanca wê ne cudabûna ji Sûriyeyê ye û Sûriyeyê vediguherîne welatekî demokratîk û federal. 


 MOSKOV