Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesut Barzanî beriya serdana xwe ya Amedê ku rexneyên girdan girtin derbarê Rojava de îdiayên giran kirin û heqaret li gelê Kurd kir.. Barzanî îdia kir ku li Rojavayê Kurdistanê şoreş pêk nehatiye, PYD’ê ewder dorpêç kiriye û meclîsa ji bo rêveberiya demî hatiye ava kirin jî ji aliyê PYD’ê ve hatiye sazkirin..Barzanî hineke din jî zêdegarî li nirxên gelê Kurd kir û îdiakir ku rejim hevkariya PYDê dike.

Derbarê îdayên Serokê Herêma Fedral a Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî de  Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku  berxwedana gelê li Rojavayê Kurdistanê bandoreke mezin li tevahî şoreşa Sûriyê ku di Adara 2011’an de destpê kiribû kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şoreşa gelê Rojava bingeha xwe ji sala 2004’an de girtiye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê kurd di pêngava şorşê de xeta 3’yemîn meşand û bi vê yekê di pêngava 3 salan de ji her kesî re îsbat kir ku şorşa rast di encamê de xwe diyar dibe û ev tişt hatin gotin: “ Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de û bi berxwedana gelê me û xwîna dehan şehîdên me yên di şerê parastina rewa ya li dijî êrîşên komên radîkal ên tarî de jiyana xwe jidest dane, bêtir encamên xwe nîşan da. Gelê me bi qehremanî li dijî hemû cureyên êrîşan ji êrîşên çekdarî, ambargo û girtina deriyên sînor  li berxwedan û îsbat kir ku xeta 3’yemîn bi hesabên mezin girtiye. Gelê Rojava karîbû di vê pêngavê de ewlekariya xwe ya civakî bidestbixe. Di baweriya me de mumkine ku şorşa Rojava bibe nimûneya hemû şorşa Srûriyê.”‬

Rojava ji bo Suriyê bû nimûne

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku encama herî girîng a şoreşa gelê Rojava îlankirina Meclîsa damezirandina Rêveberiya Demî bû û wiha hate domanidn: “Avakirina rêveberiya demî ku hemû pêkhateyên Rojava bi armanca azadî û demokrasiyê û bi keda dehan şehîdên ku di xeta parastina rewa de şehîd ketin pêk hatiye. Rêveberî bi armanca ku gelê Rojava bi xwe xwe birêve bibe pêk hatiye.” Me bawer dikir ku hin alî dê piştgiriya îlankirina Rêveberiyê bikin û hin alî ji ber ku rêveberî li dijî berjewendiyên wane dê hincetên cûda li dijî wê derkevin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Partiya Demokrata Kuridstanê (PDK) şûna ku piştgiriya mirovî û siyasî bi Rojava re bike cihê xwe di koçberiya xelkên Rojava de girt û ev tişt hatin gotin:” Di baweriya me de girêdana şorşa Rojava bi nirxên Kurdistanî yên giştê re heye. Pêwîste ev têkilî di aliyên alîkariyên mirovî û piştgiriya siyasî de bin. Daxuyaniyên PDK’ê yên li ser Rojava, rola wan a di koçberiya civakî ya Rojava û bi cîkirina wan di kampên penaberan ên li Başûr û ambargoya ku li ser Rojava meşandin de dide diyar kirin. Ev tev dikevin çarçoveya destwerdan û binpêkirina di rewşa Rojava de. Di dema ku pêwîstbû PDK’ê û Serokê wê helwesteke erênî derbarê geşedanên li Rojava nîşan bidin riyeke din girt. Daxuyaniyên Birêz Mesûd Barzanî yên wekî şoreş li Rojava tune ye û  îdayîn ku ne rast ku derbarê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dibêjin ev tev ne li gorî hesasiyeta dema ku Rojava jiyan dike. Daxuyaniyên bi vî rengî diyar dike ku birêz Barzanî li kêleka partî û aliyên ku li dijî berjewendiyên gelê kurd û kurdayetiyêne disekine.”

‘Barzanî ne li kêleka Kurda ye’

Di daxuyaniyê de daxuyaniyên Barzanî hatin şermezarkirin û ev tiş hatin gotin: “ Mixabin daxuyaniyên bi vî rengî gelê Rojava ku bi hemû îmkanên xwe piştriya hemû şoreşên Kurdistanê kir û piştgiriya şorşa rizgarkirina Başûrê Kurdistanê kirin binpê dike. Di vê dema hesas de pêwîstbû Barzanî bi hestyarî tevbigeriya û piştgiriya gelê Rojava yê berxwedêr kiriba û di Başûrê Kurdistanê de ku bûye desthildariya abûrî ji Tirkiyê re gavên bi wêrekî bavêta‫.”‬ TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê bi hemû sazî, rêxistin û partiyên wan ên siyasî kir ku derbarê daxuyaniyên Barzanî bi berpirsyarî tevbigerin û helewesta xwe ya netewî beranberî mudaxeleya Barzanî ya di şorşa Rojava de nîşan bidin. Di daxuyaniyê de ji Barzanî hate xwestin ku li şaşîtiya xwe mukir bê û lêborînê ji gelê Rojava bixwaze.

‘PDK piştgiriya komên çete kir’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana gelê Rojava û destkeftiyên ku ji aliyê siyasî, aborî û civakî hatin bidestxistin û di îlankirina rêveberiya demî ku wekî çareserkirina hemû pirsgriêkên gelê Rojava bi encam bûne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berxwedana Rojava hemû planên hin partiyên siyasî yên kurd li Sûriyê ku bi piştgiriya PDK’ê dihat kirin ku komên çekdar ên biyanî bînin Rojava vala hatin derxistin û bi berxwedana gelê Rojava herêmê ji wêraniyê hate parastin. Di dawiya daxuyaniya TEV-DEM’e de biryardariya têkoşînê hate bilêvkirin ûwiha  hate gotin ku riya gelê Rojava şopandiye dê tu carî jê venegere ev tişt hate gotin: ”Riya ku gelê me şopandiye dê gavan jê paşve navêje. Îradiya gel a Azad di dema xwe ya geşde ye û ne mumkine em dest ji riya ku şehîdên me di şerên parastina rewa de nîşan daye vegerin.”

QAMIŞLO




Zahir çiye Batin jî ewe!

Federasyona Civaka Îslamî ya Kurd yê Ewrupayê jî bi daxuyaniyek nivîskî derbarê êrişa li Kobaniyê û serdana serokê herêma federe ya Başûrê Kurdistanê Barzanî ya Amedê de daxuyanî da. Federasyonê ji Şehîdên Kobanê re rehma xwedê û ji birîndaran re şîfayê xwest. Federasyona Civaka îslamiya Kurdistanê, piştgirî û banga yekîtiya gelê Kurd kir ku li Rojava xwedî derkevin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Berzanî ne hate Newroza Amedê û Kongra DTP, le belê dema Erdoğan bang kir wî qebûl kir. Sebebê pêknehatina Kongra Netewî jî Berzanî û Erdoğanin.

KOLN




‘Em ji hatina Barzanî bi fikarin’

Sazî û rêxistinên civakî yên Amedê li dijî hatina Serokwezîr Tayyip Erdogan û Mesut Barzanî ya ku di  îro bê Amedê daxuyanî dan û diyar kirin ku di vê pêvajoya hilbijartinê de hatina Barzanî ya Amedê bi fikar e.
Li Amedê saziyên sivîl ê civakî têkildarî ziyareta Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan û Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî ku di 16’ê Mijdarê de bên Amedê li Cemîyeta Rojnamegeran a Guneydogu civîna çapemeniyê pêk anîn. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî bertekên xwe anîn ziman. Li ser navê saziyên civakî Serokê Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Amedê Kasim Birtek, daxuyanî xwend û diyar kir ku hatina Erdogan a Amedê ne ji bo xêrê ye. Bîrtek da zanîn ku di vê pêvajoya hilbijartinê de Erdogan Barzanî li gel xwe tîne Amedê û ev yek bi fikar e. Bîrtek anî ziman ku hikûmet li hemberî pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk daye destpêkirin tu gavan navêje û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê wekî berê niha jî daxwazên Kurdan li ber çavan nagire. Ji bo kurdan Kongreya Neteweya Demokratîk û çareseriya pirsgirêka kurd parametreya herî girîng e. Lê her tim ev kongre tê taloqkirin û li dijî gelê Rojava helwestek neyîni tê nîşandan. Deriyê sînorê Herêma Federal a Kurdistanê li ser birêz Salîh Muslim hat girtin.”
Saziyên tevli daxuyaniyê bûn wina ne: “TUHAD-FED, Dayikên Aştiyê, Komeleya 78’an a Amedê, KESK, Navenda Jinê ya Kardelenê, KADEM, EPÎDEM, Selîs, Amîda, Ceren, Komeleya Gun Işigi, MEYA-DER, DÎKASUM, DÎSK, GOÇ-DER, TMMOB, Diyar TUHAD-DER, DTO, Kooperatifa Jinê ya Rezan, Meclisa Jinê ya KCD, Ov-Der, ÎHD, Sarmaşik, Meclisa Astengdaran, Meclisa Aştiyê, KURDÎ-DER.”

‘Divê Şivan nebe amûrê AKP’ê’
Xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) jî der heqê hatina Şivan Perwer li ser vexwendina Serokwezîrê Tirk Erdogan de li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Azad Kizilkar li ser navê hunermendên Kurd daxuyanî da û diyar kir ku ji ber “polîtîkayên qirêj“ ên bi sedan salan hatine meşandin, bi mîlyonan Kurd neçar mane axa xwe biterikînin. Kizilkar anî ziman ku ew hêvîdar in, di demeke kurt de aştiyeke bi rûmet pêk were û Kurdên koçber li xaka xwe vegerin. Kizilkar ragihand ku Şivan Perwer jî yek ji Kurdên penaber e û vegera li xaka xwe mafê wî ye û got, “Lê belê divê vegera wî nebe amûrek ji bo polîtîkayên AKP’ê. Mixabin Perwer bi awayekî rûmetê binpê dike, vedigere.” Kizilkar  got ew weke gel û hunermendên Kurd  yên para wan di vê lîstikê de hene ji bîr nekin û şermezar dikin. Kizilkar got, “Emê bi ruhê strana “Canê canê” ya Şehîd Delîl Dogan, mîna Şehîd Delîl Dogan, Sefkan, Mizgîn, Elî Temel, Delîla, Serhat û bi sedan hunermendên mîna wan tevbigerin û bimeşin.”

AMED