Sibê 1’ê Mijdarê ye. Weke tê zanîn piştî ku DAÎŞ’ê nîvê meha Îlona 2014’an êrişî Kobanê kir li seranserê Kurdistanê û cîhanê çalakiyên gel dest pê kir. Bi taybet 6-8’ê Cotmehê li Bakur û bajarên Tirkiyê çalakiyên dîrokî pêk hatin. Paşê di 1’ê Mijdarê de hema bêje li hemû welatan çalakî hatin li darxistin. Ev roj weke ‘Roja Kobanê ya Cîhanê’ bi nav kirin. Û ev çalakiyan bi qasî berxwedana li kolanên Kobanê bandor li ser rizgariyê kir.

Êrişa li ser Kobanê, çalakiyên ku pêk hatin û berxwedana dîrokî, ne mijara pêvojoyekê ye. Ev êriş, felsefeya dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd dide nîşandan. Ji bo famkirina pêvajoya ku em têde ne pêwiste pêvajoya Kobanê baş were famkirin û neyê ji bîr kirin. Ji ber ku konsepta qirkirina Kurdan a AKP’ê di vê pêvajoyê de hat destpêkirin û niha didome. Erê Kobanê hat rizgarkirin lê êriş didomin. Êrişê li hemberî Efrînê berdewama êrişa li hemberî Kobanê ye. Gotinên Erdogan ku niha dibêje emê êrişî Rojava bikin jî vê yekê nîşan dide.

Di dîroka Kurdan de cara ewil bû ku li seranserê cîhanê ewqas çalakî pêk tên. Cîhanê, Kurdan û têkoşîna wan dîtin û dest dan destê wan, mil dan wan. Lê belê; di pêvajoya êrişên li hemberî Efrînê de ev deng weke yê dema Kobanê nehat bihîstin. Aliyekî vê yekê girêdayî helwesta hêzên navneteweyî ye, lê aliyek wê jî girêdeyi çalakiyên gelê Kurd e. Mixabin êrişa li hemberî Efrînê ji destpêkê heta niha bi qasî ku pêwiste nehatin fam kirin û li hemberî vê yekê nerazîbûn jî kêm hatin nîşandan. Gelek çalakî pêk hatin lê têr nekirin. Gelê Kurd û dostên wan pêwiste li ser vê yekê careke din bifikirin.

1’ê Mijdara 2018’an ji bo vê yekê firsendek e. Raste, 1’ê Mijdarê ji bo Kobanê hat îlankirin. Lê îro dikare were berfireh kirin. Ji ber ku Efrîn bûye Koban. Îro ji destê dewleta Tirk were dixwaze her derê bike Kobanê. Ji bo rizgarkirina Efrîn û ji bo pêşîgirtina li van êrişan ne tenê rojekê, her roj çalakî pêk werin jî têr nakin. Çima? Ji ber ku êrişên hovane her saet didomin. Her roj planek nû tê çêkirin, hêzên xwînrêj û dagirker her tim di nava liv û tevgerê de ne. Li hemberî vê yekê jî berxwedana dewamî pêwist e. Tenê bi çalakiyên demdorî û rojên sembolîk de dagirkerî nayê şikandin.

Tişta ku niha pêwîste dike li seranserê Kurdistan û cîhanê destpêkirina çalakiyên bênavber in. Pêngavek bi yekî wê ji bo têkbirina gefên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava, ji bo xurtkirina sîstema demokratîk a li bakurê Sûrî, ji bo şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan, ji bo êrişên qirkirinê yên li bakurê Kurdistanê wê rêyek mezin veke. Her wiha ji bo rizgarkirina Efrînê û ji bo ku di pêvajoya avakirina Suriyayek nû de Kurd û hêzên demokratîk bibin xwedî gotin çalakiyên bi vî rengî ji her demê zêdetir pêwist in. Lazime ku cîhan carek din û bê navber deng û rengê gelê Kurd bibîne. Ne piştî ku mesele û bûyer qewimîn, beriya wan pêwiste helwest werin nîşadan. Ji bo vê yekê; 1’ê Mijdarê divê ne tenê rojekê her roj be û ev pêngav heta şikandina dagirkeriyê bidome.