Gelek welatên Rojava ku di nava wan de Fransa û Îngiltere jî heyî li hemberî bikaranîna çekên Kîmyawî nerazîbûnekî navnetewî nîşan dan û bangawazî hate kirin ku ji bo heyeta NY’ê ya li Sûryeyê ji bo lêkolînê biçin cihê bûyerê pêwîste destûr were dayîn. Duh Konseya Parastinê ya NY’ê li ser pêşniyara ku di der barê li Sûriyeyê lêkolîn bête kirin ne gihiştibûn biryarekî hevbeş. Li hemberî biryarê Rûsya û Çînê nerazîbû nîşan dabû. Tê îdiakirin ku di bombebarana rejîma Beşar El Esed a li ser herêma Guta girêdayî Şamê de gazên bi jehrê hatine bikaranîn, muxalefetên ku piştgiriya Rojava jî digirin li gorî Rêveberiya Komîteya xwecih di êrişê de 1700 kes hatine kûştin.
Sûryeyê ev îdia red dikir û îdia kirin ku rewşekî ew neçarbin çekên kîmyawî bi karbînin tûneye.
Îdîayeke balkêş
Li gorî hin çavkaniyên dîplomatîk ên Sûriyeyê wan hin belgeyên der barê komkujiya li Guta Şamê ku tê de bi sedan welatî hatibûn kuştin pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kiriye. Li gorî vê idîayê komeke çekdar a radîkal 2 fuzeyên bi gazên kîmyewî avêtine Gutayê û ev yek bi dîmenên ji pêka Rûsyayê jî hatine piştrastkirin. Her wiha li gorî wê şîroveyê ne ji bercewendiyê rejîma Sûriyeyê ye ku di demeke ku tê de pêşwaziya heyeta navnetewî ya ji bo lêkolîna bikarnaîna çekên kîmyewî bike.
Gumanên mezin hene ku ew çek ji alî komên çekdar ve hatibin bikaranîn lewre jî di serî Amerîkayê, hemû welatên ku navê dostên gelê Sûriyeyê li xwe dikin nikaribûn biryarekê di vê derbarê de ji Neteweyên Yekbûyî li dijî rejîmê derxînin.
NEW YORK