Şandeke Bijîşkên Kantona Cizîre çûn serdana Çiyayê Şengalê. Di nava şandê de bijîşkên nexweşiyên zaroka, jinan û hinavê hene. Şanda bijîşkan tevî miayenê, bi penaberan re dipeyivin û guhdariya pirsgirêkên wan ên tendirûstî dikin. Endamê şanda bijîşkan Dr. Yûsif Hemîd Elî diyar kir ku piştî komkujiya Şengalê bi taybetî di çongên kesên bi temen de pirsgirêk derketine.
Pisporê zarokan Dr. Hamid Xeyrî Mihemed jî got, germahiyê zêde pirsgirêkên cidî bi zarokan re çêkirine û weha peyivî: "Ji ber germahiya zêde û nebûna ava paqij, pirsgirêkên cidî bi zarokan re çêdibin. Bi taybetî nexweşiyên gede, kolon, zikçûn, çerm û roviyan di zarokan de peyda dibin. Ev nexweşî çavkaniya xwe ji germahî, kêmbûna ava paqij û zad digirin. Herwiha di kampên li Çiyayê Şengalê de zêde paqijî nîne, hem bi zarok re û hem jî bi kesên din re nexweşiyên çavan didin der. Ji bo dermankirin û pêşîgirtina li van nexweşiyan pêwîstî bi derman, amêrên paqijiyê û bijîşkên dildar heye."
Endama Wexfa Jinên Azad a Rojava Axîn Amed jî bang li welatparêz û bijîşkan kir ku alîkariya Êzdiyên li Şengalê bikin û got: "Emê hewl bidin pirsgirêkên gelê xwe yên tendirûstiyê çareser bikin. Lê pêwîstiya kesên li Şengalê bi derman, bijîşkên dildar û nexweşxaneyan heye."
ŞENGAL/ROJNEWS