MUJDAT CAN/OMER AKIN / MA/ŞIRNEX
Ayşe Erten a ku di Newroza Cizirê ya 1992’yan de hevjînê wê hat kuştin, behsa wan rojan kir û got: “Kifrîtek be jî pêdixim û Newrozê pîroz dikim.”
Di Newroza sala 1992’yan de li Cizîr û Nisêbînê bi sedan kes hatibûn kuştin. Lê belê esker û polîsên ku pîrozkirina Newrozê tehemûl nedikirin beriya Newrozê davêtin ser malan û bi sedan kes binçav dikirin da ku pîrozbahiyan asteng bikin. Li Cizîrê jî beriya pîrozbahiya Newrozê bi çend hefteyan bi fermana Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Bajêr Albay Levent Ersoz, bajêr hatibû dorpêçkirin. Her wiha wê demê Parlementerê Partiya Gelparêz a Sosyaldemokrat (SHP) ê Amedê Fehmî Işiklar jî di nav de heyetek çûbû cem Serokwezîr Suleyman Demîrel ku di pîrozbahiyên Newrozê de tiştek neqewime. Piştî serdanê Demîrel gotibû: “Divê her kes bi rihetî Newrozê pîroz bike lê bêyî ku hiqûqê bin pê bike, bêyî ku provakasyonan bike.” Lê belê piştî daxuyaniya Demîrel gel gotibû qey wê bi rihetî karibe Newrozê pîroz bike û di 21’ê Adarê de li taxa Nûr, Cûdî û Yafesê kom bibû û bi stran û govendgerandinê dest bi pîrozkirina Newrozê kiribû. Dû re girseya ku alayên PKK’ê, posterên Rêber Abdullah Ocalan û pankart hilgirtibûn bi awayekî kortejî berê xwe dabû Goristana Cizîrê, ji bo pîrozbahiyeke mezintir. Lê gava bi hezaran kes hatibûn Kolana Nisêbînê, polîs û eskeran pêşiya wan birîbû. Gava polîs û eskeran dît gel dixwaze biçe qadê, vê carê ji panzêrê girse gulebaran kiribûn. Di vê gulebaranê de bi dehan kes şehîd bibûn û bi sedan kes jî birîndar bibûn. Piştî gulebarandinê birîndarên rakirin nexweşxaneyê jî hatin binçavkirin û di 22’yê Adarê de li Cizîrê bi awayekî fiîlî qedexeya derketina derve pêk hatibû. Wê demê komek rojnamevanên li Otela Kadioglû diman jî, ji bo rewşê fêm bikin di dest wan de wênegirên wan û alayên spî derketibûn derve. Lê çawa derketibûn hêzên kontra-gerîlla ew gulebaran kiribûn û xebatkarê rojnameya Sabahê Îzzet Kezer jî jiyana xwe ji dest dabû. Li gorî hejmarên fermî 57, lê li gorî şahidan ji sedî 100 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.
Yek ji şahidên wê demê jî Ayşe Ertene ye. Ertene tevî pitika xwe ya 40 rojî tev li pîrozbahiyê dibe û her wiha hevjînê wê Huseyîn Ertene jî di dema pîrozbahiyê de tê kuştin.