
Piştî aktîvîteyên pên ên danê rojê, êvarî saet 19.00’an li Qada TEV-DEM Wargehê bi beşdariya bi hezaran şêniyên wargehêx mêvan, ji her parçeyên Kurdistan hunermend û komên muzîkê şeveke di ahenga ruhê serhildanê de dan jiyandin.
Bernameya êvarî bi fîlmê “Belkî Rojek” dest pê kir. Piştî fîlm Koma Qereçox a Qezaya Mexmûr ku hunerên xwe yên muzîkê pêşkêş kirin di peyama xwe de bal kişandin ser yekîtiya neteweyî ya tevayî gelê Kurd. Her wiha dema strana hunermend Aram Tîgran a “Ay Dîlberê” gotin gelê wargehê bi çepikên xwe yên bi deqîqeyan coşa xwe anîn ziman.
Di roja duyemîn de ku gelek mevan beşdar bûn, û peyamên gelek rêxistin, sazî û tevgerên Kurd ku ji bo pîrozbahiya mîhrîcanê hatibûn şandin hatin xwendin.
Koordînasyona Yekîtiya Star di peyama ku şand de bal kişand ser berxwedan û têkoşîna Fermandara Gerîlla Bêrîtan û di berdewama peyamê de wiha tê gotin, “Bi navê Yekîtiya Star di 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan em serketinê ji we re dixwazin. Bi hêviya ku li ser xakeke azad bi azadiya Rêber Apo geş bûye ku ala kesk û sor û zer di asîmanên wê xakê de diheje, di welatêkî ku êdî sînorên dijmanan çêkiriye bêwate bûye de û perdeyên reş hatine beralîkirin em serketinê ji we re dixwazin.”
Hevserokê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) Diyar Xerîb li ser navê PÇDK’ê peyam da. Xerîb di axaftina xwe de destpêkê ku 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan li gelê wargehê pîroz kir dest nîşan kir ku Bêrîtan temsîla xeta berxwedanê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Salek û sê meh zêdetir e ku dewleta dagirker a Tirk li hemberî Rêber Apo Tecrîdê didomîne, li hemberî destketiyên gelê Kurd ên rojava ketiye nav hewldanan. Lê belê li hemberî wê berxwedana Rêber Apo, berxwedana berxwedêrên zîndana ên gerîllayên Kurdistan û Gelê Kurd pêş dikeve. Em piştgiriya berxwedêrên zîndanan dikin. Em hêvîdar in, sala bê li Amedê bi Rêber Apo re pêkve em vê mîhrîcana xwe pîroz bikin.” Piştî axaftina Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb Koma Solîn a Wargehê derket ser dikê.
Her wiha folklora dayikan a wargehê û paşê Hunermend Armanc derket pêşberî gel. Piştî Hunermend Armanc Nûnerê BDP’ê yê Başûrê Kurdistan Abîd Îke li ser navê BDP’ê peyama ji bo mîhrîcanê pêşkêş kir. Abîd Îke ku bal kişand ser berxwedana gelê Wargehê û 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan silav kir.
Di festîvalê de peyama Yekîtiya Gaziyên Kurdistan a hat xwendin. Di peyama Yekîtiya gaziyên Kurdistan ku behsa berxwedan û têkoşîna Fermandara Gerîlla Bêrîtan tê kirin wiha didome: “ Hevalên di zîndanan de ji bo azadiya Rêber Apo bedena xwe dane ber mirinê. Bi ruhê Bêrîtan li ber xwe didin. Erka dikeve ser milê me azadkirina Rêber Apo ye û şopandina xeta Bêrîtan e.”
Her wiha PYD’ê û Ciwanên Şoreşger ên Rojava jî peyamên pîrozbahiyê ji bo mîhrîcanê şandin. Di roja duyemîn de Hunermend Yunusê Agirî, Koma Rojavayê Kurdistan û Serhedo jî derketin pêşberî gel.
Ji bo grêva birçîbûnê meş
Roja sêyemîn a 5'emîn Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan doh bi “Meşa Azadiyê” dest pê kir.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem di çerçoveya 5'demîn Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan de doh serê sibehê bi boneya azadiya Rêberê Gelê Kurd, piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê û bilindkirina têkoşîna jin bi navê “Meşa Azadiyê” ya jinan bi beşdariya gelê wargehê bi heybet dest pê kir. Di serî de keçên ciwan, jin û dayik bi cil û bergên xwe yên Kurdî, bi alên PKK’ê HPG’ê, KJB û alên ku wêneyen Rêberê Gelê Kurd li ser, li semtên xwe kom bibûn û ber bi şaredariya wargehê ve herikîn. Jinên ciwan li pêşiya girseyê bi lêxistina erbena, def û daholan rengîniyek dan meşê. Di meşê de girseyeke qelebalix xort û zilamên wargehê jî amade bûn. Girseya ku li ber deriyê wargehê kom bû heta ber bi buroya Neteweyên Yekbûyî ve meşiya û ji wir jî derbasî Qada TEV-ÇAND a Wargehê bûn. Di meşê de dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin gotin; her wiha sirûda “Herine Pêş” û “Çerxa Şoreşê” hatin gotin.
ANF/MEXMÛR