KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Çarşema Sor a civaka Êzîdî li gelê Kurd, tevahiya gelên Kurdistanê û herêmê pîroz kir. Di daxuyaniya KNK'ê de wiha hat gotin: "Cejna Çarşema Sor a civaka Êzîdî, xwedî wateyek olî û dîrokî ye. Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wateya,  nirx û pîroziyên dîrokî, olî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan teva."

Hevserokatiya KONGRA GEL bi peyamekê nivîskî, Cejna Çarşema Sor a civaka Êzîdî pîroz kir. Di peyamê de wiha hat gotin: "Cejna Çarşema Sor, cejna ji nûve zîndebûn û geşbûna xwezayê ye. Cejna destpêka sala nû ye. Ev cejn hezaran salane li Kurdistanê, ji aliyê civaka Êzîdî ve, bi awayekî girseyî, weke cejna despêka jiyaneke nû tê pîrozkirin.  Cejn rojên aştî, azadî û dilxweşiyê ne. Em hêvî dikin ku Cejna Çarşema Sor li welatê me bibe wesîleya aştî, azadî û dilxweşiya civakî. Hêviya me ewe ku gelê me li ser vê bingehê cejna xwe pîroz bikin. Bi vê munesebetê em Cejna Çarşema Sor sêrî de mîr, pîr, şêx û feqîrên Laleşê, li Civaka Êzîdî û hemû gelê Kurdistanê pîroz dikin, ji gelê Kurdistanê re aştî, azadî û dilxweşiyê dixwazin."  


BRUKSEL