Di daxuyaniyê de hat gotin ku Apê Muhmmed ji bo tekoşîna gelê Kurd xizmeteke mezin daye û ji ber wefata wî em pir xemgîn bûne.

Em ji malbat û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin. Serokatiya Konseya KCK’ê da zanîn ku Apê Muhammed ji salên 1980’an ve xizmeteke mezin daye têkoşînê azadiyê.
Di berdewamiyê de wiha berdewam kir: “Ji bo ku kadro û gerîlayên Rêber Apo gihandine welat û baragehên ji bo gerîla bi cîh bibin peywir girtiye. Welatparêzekî ku sînorên xwe baş dizanîbû. Xizmeta têkoşînê di qadên herî bi xeter de kiriye.  
Ev keda ku di salên destpêkê de hatiye dayîn gelek bi nirxe. Bi xizmeta ku daye, jiyana xwe feda kiriye. Ji ber vê jî di têkoşîna azadiyê de keda wî gelek zêdeye. Wek parçeyekê dîroka partî û têkoşîna me dê her tim bê bibîranîn. KCK got, Apê Muhammed kesekî bawermend bû. Îbadeta xwe dikir, baweriya xwe dijiya.  
Apê Muhamed heta dawiya jiyana xwe girêdayê Rêber Apo û PKK’ê bû. Duayên xwe ji bo azadî û demokrasiyê kiriye.

ANF/BEHDİNAN