Di mîtînga li Amedê de yek ji rûşên û naskirî Mehmet Kizilaya bi nasnav Memoyê benîştfiroş (Sakizci Memo) jî hebû. Memo jî got, birê min aştî bê wê baş be.
Hinek kes hene, civat bêyî wan nabe. Niha jî di siyasetê de hinek li meydanan nebin nabe. Ha ji yek ji van kesan Memoyê binîştfiroş e. Jixwe pirsgirêka wî ya benda kontrolê tineye. Memo vê carê hem benîşt firotin hem jî ji ber tavika zêde şebqa firotin. Memo di çarçoveya siyaset û rojevê de ji mîkrofanan re peyivî û got, Em aştiyê dixwazin, em naxwazin kes bimire. Bila zarok êdî nemirin û aştî pêk bî. Aştî bê wê baş be.
Memo dayik ji bîr nekirin û got, dem hatiye em êşa wan bidebirînin. Yên têne kuştin birê me ne. Elewî, Çerkez, Laz û her çi be giş birê me ne. Em ji şer re bibêjin na. Memo piştî ku peyama xwe da, ji Amediyan çepik xwest û bêguman jê re li çepikan dan.