Rêveberiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) biryar da li gelek welatên Ewrûpayê panelan li dar bixe û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş bike.

Rêveberiyê bi daxuyaniyekê got, “Tecrîd û dîlgirtina Rêbertiyê hê dewam dikin. Bi peyama dawî ya ji Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re, divê em xebatên xwe yên li dora Rêbertiyê berfirehtir bikin. Ji bo vê jî lazim e em bêhtir aktîf bin.”

KCDK-E´yê da zanîn ku parêzerên Ocalan jî wê di van panelan de amade bin û ew ê hewl bidin derfetên têkoşîna hevpar û çareseriyê yên bi paradîgmaya neteweya demokratîk re derketine holê, minaqeşe bikin. Daxuyaniya KCDK-E´yê bi vê bangê bi dawî dibe: “Weke KCDK-E û TJK-E em bang li gelê Kurd, hêzên şoreşger û demokrat dikin ku beşdarî van çalakî û panelan bibin.”