Ev bûyer çendî bûyereke hovane û terorîst be, ji ber vê yekê êrîşeke pir xeternak be jî, bi encam û peyama xwe ya siyasî bûyereke xeternaktir e. Gelê Kurd di dîroka xwe de bi gelek êrîşên hovane re rû bi rû maye, lê ev cara yekemîn e ku bi êrîşeke wiha re rû bi rû dimîne.
Hem kesên ku bûne hedefa êrîşkaran û hem jî cihê vê êrîşa hovane, bûyerê ji bûyerên berî xwe vediqetîne. Cara yekem e ku hêzên xêrnexwaz li paytexta welatekî Ewropayê di saziyeke ku her tim di bin çavdêriya hêzên dewletê de ye, sê jinên Kurd ên têkoşerên azadiya gelê Kurd şehîd dikin.
Cih û awayê pêkhatina êrîşê şik û gumanê dibe ser vê yekê ku hinek hêzên di nav dewleta Fransayê de piştgirî û alîkariya kujeran kirine. Ji bilî vê yekê mijareke girîng jî nasnameya hêzên li pişt kujeran e. Wekî gumanbar navê gelek hêz û derdoran derbas dibe. Serê pêşîn hêzên di nav dewleta Tirk de tên bîra her kesî. Daxuyaniyên Huseyîn Çelîk û weşanên çapemeniya alîgirên AKP’ê vê şik û gumanê zêdetir dikin. Bi taybetî derdora Cemeata Gulen, bi helwesta xwe ya nemirovane, şik û gumana li ser gladioya kesk a Tirk zêdetir kir. Lê belê di vê pêvajoyê de ku her kes qala hevdîtinên li Îmraliyê dike, pêkhatina êrîşeke bi vî rengî helwesta kujeran a li dijî aştî û çareseriyê bi awayekî ronak û zelal nîşan dide.
Heke bi rastî tiliya AKP’ê û hevalbendên wê di vê bûyerê de hebe, ev ji aliyê siyasî ve tiştekî pir xeternak e. Lewre ev êrîş diyar dike ku AKP û hevalbendên wê li ser şopa Îsraîlê dimeşînin. Ji mêj ve qala kuştina rêveberên PKK’ê dihat kirin, her kesî digot, “Heke karibin ew ê li çiyayên Kurdistanê hin êrîşan pêk bînin.” Lê heke bi rastî jî li pişt vê bûyerê gladioya kesk derkeve, hingî ew tê wê wateyê ku rayedarên Tirk ji Ewropayê dest bi van êrîşên terorîst kiriye.
Em hêvî dikin ku ji pişt vê bûyerê dewleta Tirk dernekeve, tiliya wê tê de tunebe, lewre di vê pêvajoyê de êdî li Tirkiyeyê ji bilî hinek komikên faşîst, her kes aştî û demokrasiyê dixwaze. Her kes dizane ku bi êrîşên wiha tiştek çareser nabe û tevgera Kurd jî li hemberî van êrîşan serî natewîne. Li aliyê din rê û rêbazên wiha heta niha bi kêrî kesî nehatine, ji niha pê ve jî bi kêrî kesî nayên.
Heke li pişt vê bûyerê dewleta Tirk tunebe, hingî şik û guman diçe ser hinek hêzên navneteweyî yên ku naxwazin Kurd û Tirk li hev werin û pirs û pirsgirêkên xwe di navbera xwe de çareser bikin. Wê çaxê divê hevdîtinên ji bo aştî û çareseriyê lezê bigirin û bi lez û bez hinek gavên ber bi çareseriyê ve bêne avêtin.
Vê bûyerê hinek tişt bi awayekî zelal li ber çavan raxistin. Serê pêşîn bi vê bûyerê diyar bû ku ne Kurd lê hêzên li dijî Kurdan terorîst in. Bi vê bûyerê projeya AKP’ê ku digot, bila rayedarên PKK’ê biçin welatekî Ewropayê têk çû, lewre diyar bû ku li Ewropayê jî ewlehiya canê Kurdan nîn e. Xala sêyemîn jî ev e, heke bi rastî aştî tê xwestin divê bi lez û bez hinek gavên berbiçav bêne avêtin da ku rê li ber hinek provakasyona were girtin.
Peyama siyasî ya êrîşa li ,Parîsê
Hin bûyer hene, nahêlin ku mirov ji bilî wê der barê tiştekî din de biaxive. Êrîşa terorîst a ku li Parîsê pêk hat û di encamê de sê siyasetmedarên Kurd; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest da, bûyereke bi vî rengî ye. Em serê pêşîn vê bûyera hovane bi tundî şermezar dikin û dibêjin, “Serê gelê Kurd sax be”