HUSEYÎN ELMALI / ANF/STRASBOÛRG

Komên siyasî yên li PE’yê, şewata daristanan a ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, şermezar kir û daxwaz kir ku nerazîbûnên civakî raberî hikûmeta Tirkiye bên nîşandan.

Şewata daristanên li Dersim û cihên cuda yên Kurdistanê ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tên kirin, li Parlementoya Ewrûpayê (PE) bi sernavê ‘Şewatên daristanan ên li herêmên Kurdan ên li Tirkiyeyê’ bû rojev.

Civîna çapemeniyê ya ji aliyê hevseroka Koma Keskan a Berê ya PE’yê Rebeca Harms, li ser navê Koma Yekîtiye Çep Miguel Urban Crespo û ji Koma Sosyalîst jî Costas Mavrîdes organîze kir, nûnerê HDK’ê yê Ewrûpayê Eyûp Dorû jî weke qiseker beşdar bû. Dorû got, “Şewata ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a li herêmê ji nû ve destpê kir. TC dîsa dixwaze weke berê herêmên Kurdistanê tine bike. Şewata daristanan jî yek ji pêkanînê wê ne. Divê YE, PE û saziyên din ên Ewrûpayê li hemberî vê bêdeng nemînin.”

Miguel Urban Crespo jî şewata daristanan şermezar kir û got, ew li bendê ne saziyên li PE û YE’yê nerazîbûna xwe raber bikin. Crespo got, “Jixwe mafên mirova binpê dikin. Mafê raye û derbinînê li bin lingan e. Em weke koma çep dev ji vê bernadin. Em ê partiyên din ên di bin sêwana PE’yê de cih digirin, bikin ku bibin xwedî helwêst. Koma Keskan li ser vê mijarê hişyar e, lê raportorê PE’yê, Koma Sosyal ji bo hê baştir li ser vê mijarê aktîf bibin tişta ji destê me bê em ê bikin. “