Jinên Kurd bi berxwedana li hember çeteyên DAIŞ’ê bûn sembola têkoşîna tevahî jinên cîhanê. Peykertraşên jin li bajarê Tirbespiyê ya Kantona Cizîrê peykera jina Kurd ku çanda Kurdan nîşan dide çêkirin. Peykertraşên jin ên di Akademiya Çand û Hunera Şehîd Yekta Herekol de demek dirêj e peykerên jina Kurd çêdikin, yekemîn peykera jin bi dawî kirin û derxistin pêşberî gel. Bilindahiya peykara jin 2 metre ye û peykartraşan di du mehan de peykerê bi dawî kirine.  Mamosteya Akademiyê Seyran Ehmed derbarê peykera jin de axivî û got: “Me xwest xebatên xwe yên şêwekariyê û xizkirina tabloyan ên derbarê jinê de berfireh bikin. Bi hatina meha adarê re me ev peyker çêkir. Peyker wek sembola çand û kevneşopiya civaka Kurd dide nîşandan.” Seyran Ehmed diyar kir ku ew Peykera Jinê diyariyê hemû jinên Rojava û Bakûrê Sûriyê ên têkoşer dikin û got: “Dema cih ji peykerê re bibînin dê peykerê li qadê danin. 


TIRBESPIYÊ