Peykerê herî mezin ê Îranê li Sine ye
Li bajarê Sine li parka Abîdar peykerek hat danîn ku 15 metroyan bilind e. Peykersazê wê Hadî Ziyaedînî ye. Ev peyker ji pênc blokên hesinî yên heryekî 3 metroyan bilind hatiye çêkirin. Hadî Ziyaedînî ji bo peykerê xwe dibêje, “Ew nîşandana protestoyeke li dijî kirinên neinsanî yên li dijî Kurdên sivîl ên di dema şer [yê Iraq û Îranê] de ye.”
Peyker beriya niha bi 9 salan weke proje tê pêşkêşkirin, piştî wê bi du salan tê çêkirin, lê hîna nû karî bê bicihkirin. Mesûd Samîmî di vê projeyê de bi Hadî Ziyaedînî re bûye alîkar. Peykersaz dibêje, peykerên dêwane li welatên din belav in, li Îranê nebûne. Axir tevî ku ev peyker li gorî peykerên dêwane yên li welatên din ne ewqasî mezin e jî, bi bilindahiya xwe ya 15 metroyan mezintirînê li Îranê ye.
Peyker dayikekê û du zarokên wê yên di şer de jiyana xwe ji destdayî nîşan dide; cendekê her du zarokan jî di himbêza dayikê de ne. SINE