Merasîm bi beşdariya sedan ji şêniyên Kobanê, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser Demokratîk a Kantona Kobanê û şervanên YPG û YPJ’ê pêk hat. Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve hat destpêkirin. Piştre peykersaz Zîrak Mîra axivî û destnîşan kir ku ev peyker diyarî ji bo berxwedaniya jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê, dikin.

Li ser navê Fermandariya YPJ’ê Rehîma Kobanê axivî û diyar kir ku ev peyker ji bo wan wekî giyanekî netewî û azadiyê ye.  Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim jî destnîşan kir ku ev yek diyarî şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê û şehîdên Başûrê Kurdistanê mîna Cengo, Gîvara û Destîna ku li Kobanê şehîd ketine, dikin. Piştî axaftinan ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ji Fermadariya YPJ’ê ya Kobanê diyarî ji bo Peykersaz Zîrek Mîra û Parêzgerê Silêmaniyê hat dayîn.    


 ANHA/KOBANÊ