Peykerê zaliman jî namînin
Peykerê Qralê Belçîkayê yê Leopoldê II. li bajarê Gentê hat rakirin. Jixwe berê li Gent, Anver û Brukselê li dijî peykerên wî êriş pêk hatibûn.
Qralê mêhtinger di navbera salên 1865 û 1909an de li ser hukim bû û di dema wî de mêhtingeha wî Kongoyê serjimara welêt ji 30 mîlyonî daket 9 mîlyonî.
Berî peykerên wî biqelibin, Qralê Belçîkayê Philippe nameyek ji serokkomarê Kongoyê Felix Tshisekedi re şand û xemgîniyên xwe yên ji dema mêhtingeriyê anî ziman. Herçiqasî ev name şandin ne lêgorînxwestin be jî lê cara ewile qralek tiştekî wisa dinivîse. Piştî ku li Emerîkayê Floyd hat kuştin û berî kuştinê got “bêhna min diçike” li Belçîkayê jî peykerên qrêl hatin boyaxkirin û li hin deveran jî hat şewitandin. BRUKSEL