Arkeologan li Îsraîlê peykerekî 3 hezar salî dîtin û ev bi rastî jî cihê rabûna kela can e, ji ber ji wê serdemê kêm peyker hene ku kalîteya wan a hunerî baş be. Her çî ev peykerê mîna portreyekê ye, şekirina porê wî jî têra xwe balkêş e ji bo arkeologan, ku wisa hizir dikin ku ev bustekî melikekî be. Arkeologên ku xwedî vê hizrê ne, nizanin ka ev bust temsîla kîjan melikê serdema kevnar a welatê Kenan dike.

Ev fîgurê 5 satîmetroyan mezin, sala 2017´an li devera bi navê Abel Beth Maacah ku li Başûrê sînorê Îsraîlê bi Libnanê re hat dîtin.

Nasnameya wî nayê zanîn

Ji bilî ku riha wî û qismek bêvila wî kêm be, ev peykerê piçûk ê ji serdema Tewradê, di halekî gelekî baş de ye. Ji ber ku tiştekî mîna tacê li ser serê wî heye, lêkolîner difikirin ku ew endamekî xanedana hikumdar be. Lê ka kîjan melik û ji kîjan meliktiyê ye, ti îşaret nînin li ber dest.

Bi her halî ev herêm ciheke ku di navbera Îsraîl û Aram-Şamê de demeke dirêj dest guhertiye û ji ber wê jî muhtemel e ku agahiyên dîrokî yên girîng jî li vir bên vekolîn.

Ev peyker ji aliyê arkeologên dildar ve hatibû dîtin  û muzeya Îsraîlê di cih de ew xist nav wan berheman de ku pêşan dide. Ji muzeyê Eran Arie dibêje, “Di serdema demir de heger ji hunerê fîguratîf tiştek hebe jî, û bi pirranî nînin, bi her halî ku hebin jî kalîteya wan pirr kêm e. Lê herçî ev e, kalîteya wî pirr baş e.

 

NAVENDA NÛÇEYAN