Dijminatiya dewleta Tirk bi Kurdan re li sînoran nasekine. Ji bo ez vê dijminatiya hov û dirrinde îfade bikim, min hin caran gotina “dijminê sondxwarî” bi kar dianî, lê ya rastî, ez niha qîma xwe bi vê gotinê naynim. Êrişkarî, çavsorî, hovîtî, dirrindetî û zêdegaviyên dewleta Tirk bi vê îfade nabin. Ji lewra jî ez dibêjim, ev tiştekî welê ye, ji dijminatiyê jî wêdetir e. Li cem qebîleyên herî hov jî timî sînorek hebû. Li cem dewleta Tirk di dijminatiya Kurdan de rêzik û pîvan, sînor û hidûd tinene. Êrişî qebran dike, hestiyan derdixe dibe û paşê bi posteyê dişîne. Seriyan, guh û bêvila mirovan jê dike. Cenazeyan parçe dike. Çeteyan kedî dike, bera civakan dide. Jinan weke xenîmet digirin û difiroşin. Kindirê diavêjin stûyê cenazeyan û li pey panzeran bi erdê re kaş dikin. Zarokan dikujin, zarokên dengê xwe bikin, dixin zindanan. Kurt û kurmancî tiştê nayê bîra mirovan, dikin. Dayikên Kurdan ne neheq bûn ji bo zarokên xwe bixin xewê digotin “razê eskerê romê hatin.”
Kurd jî qewmê çiyê ne. Qedirzan û mêhvanperwer in. Camêr û xwedîbext in. Mêrxas û jinxas in. Qehîm û serberz in. Mîna çiyayên xwe, xweragirin. Kurdan di berxwedan û têkoşîna xwe ya çil pêncî salên dawî de ev xislet gelek caran nîşan da. Lê çawa ku Gilgamêş ji Enkîdo re gotibû, “Tu bi bin neketî, bi bêbextî pişta dan erdê, ma te yê ji ku zanîbûya, ji ber ku li daristanên te şerê bi bêbextiyê tinebû.” Îca meseleya me jî ev e. Kurd di şerê bêbextî û xiyanetê de bi bin ketine. Ew di şer de bêbextiyê nizanin bikin. Ji ber wê ye, kurmê darê bi hêsanî keysê li wan tîne û pişta wan dide erdê. Lê ew mîna dara berûyê ne, heta kokên wan hebin wê her car ji nû ve bi xurtî serî rakin û li ber xwe bidin. Kurd qewmekî kevnar e, bi reh û rîş e, xwedan gotin û bext e.
Belkî ji vê ye, dijminekî wisa ji mirovahiyê mehrûm para wan ketiye. Dijminekî ji dijminatiyê wêdetir e, bê reng û xislet e. Bala xwe bidinê, êrişî qebran dike, kêlên wan dişikîne. Di kirinê de sînorê xwe nîne, gotina rewa nerewa nas nake. Kurdan înkar dike ango tine dihesibîne. Dixwaze bi vê kirina xwe vê nîşan bide. Di heman demê de tirsek kûr di nava dilê wî de heye. Tirkîtiya heyî çêkiriye û qelp e. Qelpezanên Tirkîtî çêkirin jî bi xwe bêesil û kok bûn. Hebûna qewm û miletên din li dijî hebûna xwe weke tinebûna xwe dibînin. Ji lewra êrişî her tiştî dikin. Asarên dîrokî xira dikin an jî dihêlin wenda bibin. Pirtûkên kevin û belgeyên kevn an tine dikin an jî berevajî dikin. Ji bo vê jî hinek şîrheraman jî bi kar tînin, li nûçeyên Rûdaw TV û K24 binêrin, hûn ê bibînin çawa hinek ji cahş û cerdevanan jî xirabtir xwefiroşiyê dikin. Bûne bilbilhezar û bi Kurdî êriş dikin. Xiyanet mîna morfînekê ketiye rehên wan. Bêyî wê nikarin bijîn. Bi wan xweş e, zimandirêjî û zimançepeliyê li zarokên vî gelî yê herî pîroz ên li serê çiyan bikin. Li wan xweş e, biçin Stenbolê, li wan xweş e bi wî qewmê alî cenab re bizewicin, nanê wan bixwin, li dibistanên wan bixwînin û sererkanên wan pêşwazî bikin! Bi binkeyên eskerî yên Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê kêfxweş in, û ji gerîla û pêşmergeyên azadiyê nerehet in. Ji kurdîtiyê fedî dikin û dilbijîna wan li peravên kuliyeta dagirkeriyê ye. Ji lewra jî aciz in, dema hinek li ber xwe didin. Bi qasî vîruseke korona jî nabin, binêrin çawa dinya hejand. Ma ne ew jî zindiyekî xwedê ye. Êrişî PKKê dikin, êrişî HDPê dikin, êrişî kesekî ketibe rojiya mirinê dikin. Bazkokirî ne, kedîkirî ne. Ê qewlî Mele Mistefayê Rehmetî gotî, tu nikarî şer bikî, qet nebe li pêşiya yê li ber xwe dide nebe asteng. Binêr! Kêlên şehîdên te dişikînin. Tu çi bibêjî, bêvila wan naşewite. Çi zewq û xweşî di vê xwefiroşiyê de heye. Ya Star!
Zarokên roj û agir wê peykerên kêlên azadiyê li Kurdistana azad li meydanan deynin.