DANA OMER / ROJNEWS

Ev tam 37 sal in ku dewleta Tirk hem ji hewayê û hem ji jî  bejahî ve êrişê ser xaka Başûrê Kurdistanê dike. Di encama van êrişan de bi sedan welatiyên sivîl bûne qurbanî. Niha li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 20 baregehên leşkerî yên artêşa Tirk hene. Balefirên şer yên artêşa Tirk jî rojane herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Di 23’yê Gulana 1983’yan de peymanek di navbera Tirkiye û Iraqê de hat îmzekirin. Naveroka vê peymanê ji bilî aliyê aborî û neftê, tê de qala wê yekê jî tê kirin ku herdu dewlet dikarin sînorê hevdû bi kûrahiya 15 km derbaz bikin.

Êriş bi ser neketine

Piştî îmzekirina wê lihevkirinê dewleta Tirk di sala 1983’yan de êriş kir ser herêma Behdînanê, ji wê demê heta niha ev êrişên dewleta Tirk li ser axa Kurdistanê dawam dikin. Dewleta Tirk di salên 1992, 1995, 1997 û 2008’an de bi alîkariya sed hezaran leşker, bi dehan balafir û tank û topan êrişên mezin û berfireh anîn ser xaka Başûrê Kurdistanê. Lê di van êrişan hemûyan de ji aliyê gerîlayên tevgera azadîxwaz a gelê Kurd ve derbên giran xwarine û bi ser neketine.

Ji bona xwe li rêyekê digeriyan

Mamostayê Beşa Dîrokê li Zanîngeha Silêmanî Dr. Hêriş Abdullah, têkildarî sedemên îmzekirina peymana sala 1983’yan ya di navbera dewleta Iraq û Tirkiye de peyivî û got,”Iraq wê demê di sînorên bejahî de rû bi rûyê astengiyan dihat, ji ber ku wê demê li gel Îranê di nava şerekî de bû. Herwiha di sînorên deryayî de jî keştiyên wê dibin metirsiya gefên Îranê de bûn. Ji bona wê li rêyekê digeriya ku nefta xwe derxe derveyî Iraqê. Dewleta Tirk wê demê dizanî ku gelek pêwîstiya Iraqê di wê dema şer de bi alîkariya Tirkiyeyê heye, ji bo wê daxwazek pêşkêşî Iraqê kir ku ji bo peymannameyekê binivîse.”

Tenê ji Tirkiyeyê xêr bû

Dr. Hêriş Abdullah di dewama axaftina xwe de diyar kir ku tenê Tirkiyeyê ji vê peyamanê sûd wergirt û got, “Tirkan di sala 1983 û salên dawî de sûd ji vê peymanê dîtin û ew bi kar anîn. Lê dema ku di pêvajoya enfalê ya sala 1988’an de hikûmeta Iraqê xwest ku vê peymanê bi kar bîne û li aliyê din yê sînor êrişê ser Kurdan bike, dewleta Tirk destûr neda. Li vê derê mirov dikare bibêje ku hikûmeta Iraqê piştî salên 1988’an û vir ve nekariye sûdê ji vê peymanê bibîne.”