
Rêxistina "Banga Cenevreyê" ku navenda wê li Swîsreyê ye, di hevdîtina xwe ya bi rayedarên KCK'ê re, der heqê pêvajoya çareseriyê de agahî stend û behsa xebatên xwe kir. Seroka "Banga Cenevreyê" Elîsabeth Decrey Warner diyar kir ku peymana wan di sala 2008'an de bi HPG û Kongra-Gel re mor kirine hînê derbasdar û ji ber tevgera Kurd li gorî vê peymanê tevdigere, gelekî kêfxweş in. Warner anî ziman ku ew dixwazin têkiliyên xwe di asta herî bilind de dewam bikin. Warner ragihand ku PKK yek ji rêxistinên ku herî zêde bi peymanê re dilsoz e û got, "Herçend hûn ketine pêvajoya çareseriyê jî, em dixwazin di mijarên pîvanên şer, bi taybetî jî mafên jin û zarokan û mijara mayinan de bi we re bixebitin."
Projeyeke ji 3 qonaxan
Dûre Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan der heqê pêvajoyê de agahî da heyetê û destnîşan kir, ku pêvajoya çareseriyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Karayilan got; "Pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê me ve destpê kir, projeyeke ji 3 qonaxan e. Di qonaxa yekemîn a vê pêvajoyê de me leşker û personelên dîlgirtî yên Tirk radest kirin û di çarçoveya dilsoziya bi biryara xwe ya agirbestê re, me dest bi vekişîna hêzên xwe ji Bakurê Kurdistanê kirin. Bi vî awayî berpirsyariyên qonaxa yekemîn bicih hatin danîn û dor hatiye bicihanîna qonaxa duyemîn. Barê ku dikeve ser milê me, em hildigirin. Bi paqijiya rê re divê gelê Kurd azad bibe û Tirkiye demokratîk bibe. Eger dewlet jî gavan bavêje, wê qonaxa duyemîn destpê bike. Ev pêvajoya destpê kiriye, wê rêya aştiya li Rojhilata Navîn jî veke."
Piştgiriya xebatên aştiye
Karayilan bersiv da daxwaza hevkariyê ya "Banga Cenevreyê" û got, "Em ji vê têkiliyê kêfxweş in û dixwazin têkiliyên xwe dewam bikin. Em bi peyamên mor kirine re dilsoz in."
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Ronahî Serhad jî, der heqê beşdariya Tevgera Jinê li pêvajoya çareseriyê de agahî da û got, "Em weke tevgera jinê, bi hêz xwedî li pêvajoya çareseriyê derdikevin. Em piştgiriyê didin hemû xebatên aştiyane û demokratîk û xebatên di vî warî de bi pêş ve dibin. Jin, aliyê herî bi bandor ê pêvajoya çareseriyê ye. Aştiya rastî, dikare bi tevlêbûna vîna jinê û bi têkoşîna wê re pêk were."
Serhad da xuyakirin ku ji bo çareserkirina zerarên şer, çi bar bikeve ser milê wan ewê bicih bîne û destnîşan kir, ku destûra bingehîn a demokratîk bi peymana civakî ya jinê û têkoşîna aştiyê ya jinê dibe.
Serhad, li ser daxwaza dewama xebatên "Banga Cenevreyê" got, "Weke Tevgera Jinê em amadene bi saziya "Banga Cenevreyê" re di her warî de bi hev re bixebitin."
ANF/BEHDÎNAN