‘Peymana Medîneyê tê weteya xweseriya demokratîk’
Elîaçik da zanîn ku li ser naê xwedê, îslam û pêxember bi ser gundan de tê girtin, serî tê jêkirin, tecawizî jinan tê kirin û bi hezaran mirov ji cih û warên xwe tên kirin û cihan j îli hemberî vê komkujiya ku li ser navê îslamê tê kirin temaşe dike. Elîaçik bilêv kir ku cewherê îslamê ev tiştên tên jiyîn nîn in û pirtûka xwe ji bo di warê îdeolojîk de ji wan hovîtiyan hesab biripse pirtûk nivîsandiye. Elîaçik ê di pirtûka xwe de ewil Peymana Medîneyê girtiye dest anî ziman ku di peymanê de civakeke bêdewlet, bêîxtidar a li ser esasê wekhevî, bêhiyerarşî, antî mîlîtarîst û antîkapîtalîst tê pêşniyarkirin.Elîaçik got ku di peymanê de artêşeke nîzamî , dewleteke ku wekî em dizanin, îxtidar nîn e û Medîneya nifûsa wê 10 hezar e peyamana di navbera qabîleyan de hatiye kirin e. Elîaçik bilêv kir ku peyman li gorî sedsala me tê bedamberî xweseriya demokratîk û ev nirxandin kir: “Di bingeha Peymana Medîneyê de edalet, wekhevî, parvekirinê esas digire, feraseta îslamî ya bi vî rengî ye.”
‘Peymana Medîneyê û destura Rojava dişibin hev’
Elîaçik di pirtûka xwe de tîne ziman ku piştî Hz. Muhammed jiyana ji dest da di dîrokê de Peymana Medineyê hatiye jibîrkirin û ne emewî, ne Osmanî, ne abasî ne jî selçukiyan vê peymanê pêk naynin heta ji hebûna wê jî bêxeber in. Elîaçik da zanîn ku piştî wefata pêxember feraseta rêveberiyê ya dişibe Peymana Medîneyê cara yekem li herêma Rojava derbasî jiyanê bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min Peymana Rojava xwend, pir dişibe, peymana ku li Rojava kurd, ereb, ermen û çeçen îmze kirin e. Peymana Medîneyê jî wisa dest pê dike. Peymana du navbera koçberên ji Mekkeyê hatine û mirovên Medîneyê de hatiye îmzekirin e. Karên me li gorî edalet û başiya hevpar dê bê çareserkirin. Dê pîvanên edalet, wekhevî û azadiyê bên esasgirtin, cudatiya ziman, ol dê neyê esasgirtin. Her kes dikare ji bo 2 serdeman rêveberiyê bike. Dê hevserokati hebe û yek zilam û yek jî jin be. Mafê hemû kesan ên kar, mal, sîgorteya civakî, tenduristî û perwerdehiyê heye. Heke ef maf ji bo gelên li wir neyê bi cih anîn rêveberiya wê derê sûcdar e. Jixwe tişta ku ez difikirim, xeyal dikim a li gorî ruh û cewherê Peymana Medîneyê li Rojava pêkhateyek heye.”
‘Hemû ol kuştinê qedexe dikin’
Elîaçik anî ziman ku netenê îslam hemû ol ji bo ku li cihanê xwînê rawestinîn hatine û wiha berdewam kir: “Ol ji bo pêşiya kuştinan bigirin tên. Tewrat jî, Încîl jî, Zebur jî, quran jî, ola zerdeşt jî, ola Hîndû, ola çermsoran jî, olên li Afrîkayê jî ewil dibêjin nekuje, piştre nedize, îftira neke û kedê nexwe. Ev bingeha olan e.” Elîaçik destnîşan kir ku hin kesên li gorî xwe ayetan dixin nava ol û pirtûkan diguherînin hene û wiha got: “Ev mirov wekî xwedê gotiye mirovan serjê bikin, bikujin nêzîk dibin hewayeke wisa derdixin. Di quranê de ayeteke ku yên bawer nakin bikujin nîn e’. Yên nimêj nakin qirbbaç bikin, serê mirovan bi zorê bigirin nîn e. Di quranê de cezaya sê tiştan heye; kuştin, dizî, îftira û zîna. Ji bilî vê cezayek nîne.”
‘Li hemberî DAIŞ’ê berxwedan cihad e’
Elîaçik anî ziman ku niha çeteyên DAIŞ’ê îslam û navên li ser ala hildigirin qetil dikin û wiha berdewam kir: “Ango xwedê qetil dikin. Resûl qetil dikin, Muhammed qetil dikin.” Elîaçik destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê sûcên çar pirtûkên mezin dikin û ev tişt anî ziman: “Li gorî min DAIŞ ji ol derketiye. Ne pêkane em wekî misilman li wan binêrin. Ew keriyên kujerên bûne bela serê mirovahiyê ne.” Elîaçik got ku divê mirov li hemberî wan xwe biparêzin û piştgiriyê bidin ên li hemberî wan di parastinê de ne. Elîçak diyar kir ku tiştên DAIŞ dike ne cihad e û gotina xwe wiha bi dawî kir: “Li hemberî DAIŞ’ê berxwedan afirandin cihad e, xebatên wekî ji bo mirov neyên kuştin, tecawiz neyê kirin, wekî koleyan neyên firotin, ji cih û warên xwe neyên sirgunkirin cihad in.”
DIHA/STENBOL