
Newroz Duman di çarçoveya çalakiyên insanî yên rêxistina alîkariya penaberan li Elmanyayê ProAsyl û înîsiyatîfa transnasyonal a bi navê Welcome to Europe a sala 2009´an damezrandî çû Yewnanistanê û serdana penaberên li wargehan, li bendera Atîna û yên li ser sînorê di navbera Makedonya û Yewnansitanê de kir. Newroz weke çalakgereke dildar ji sala 2013´an ve bi rêk û pêk diçe serdana wargehên penaberan ên li Yewnanistanê. Me ji Newroz Duman pirsî ka sedema serdana wê çi bû, çi dît, çi kir û rêxistin û însiyatîfên ew bi dildarî tê de cih digire bi karekî çawa radibin.
Duman a herî dawî Adar a borî çûyî Yewnansitanê dibêje, yek ji karên sereke ew e ku penaberan li ser mafê wan ên hiqûqî û alîkariya insanî agahdar bikin. Ji ber wê jî ew mafên bi hiqûqên neteweyî, Ewrûpî û navneteweyî hatin misogerkirin û derfetên alîkariyê weke metinên agahdariyê berhev dikin, paşê van werdigerînin zimanên weke Erebî, Farsî, Ingilîzî, Fransî û hwd. da ku penaber hay ji mafên xwe û derfetên alîkariyê agahdar bin, zanibin ka dikarin hewara xwe bigihînin kê, li ku li starê bigerin.
Çalakvan Newroz a ku penaberiya xwe jî îfade bike, ji bo armanca xwe dibêje, “Em ji bo dinyayeke bêsînor dixebitin”. Newroz bi bîr dixe ku ew beriya di vî karî de çalak bibe, ji bo ku penaberên li Elmanya mafê xwe yê manê û alîkariyê bi dest bixin, ew çalak bûye, û weha dewam dike: “Hem di warê siyasî û hem di warê insanî de em dixwazin alîkariyê bi penaberan re bikin û li dijî siyaseta hikûmeta Elman dengê xwe bilind bikin”.
Wargeh mîna li ser erdên şer bû
Newroz Duman herî dawî 26´ê Adarê ji bo civîna kampanyaya otobûsan diçe Atînayê. Ev kampanya otobusan, ji bo agahdarkirina penaberan, ji bo pêhisîna rewşa penaberan û ji bo agahdarkirina raya giştî ye li ser rewşa penaberan e. Ji sê otobûsên vê kampanyayê 2 li Yewnanistanê ne û yek li Hamburgê ye. Yek ji yên li Yewnanistanê li wargehan digere, yek jê li ser sînorê di navbera Makedonya û Yewnanistanê de li Idomeniyê ye. Newroz Duman wargehên penaberan ên ku destûra serdana wan nîne û xelkê tê de asê ne weke “zindan” bi nav dike.
Ji koma dildarên înîsiyatîfa Welcome to Europe her kesek diçe wargehên mezin ên şert û mercên wan pirr xerab, bender û ser sînor ên ku penaber li wan asê mane.
Ji ber ku Şengalî, wekî din Kurdên ji Rojava û Başûr lê pirr in û Newroz bi Kurdî dizane, tercîh dike biçe bendera Atînayê, da ku karibe bêhtir agahiyan bide penaberan û guh bide pirsgirêkên wan.
Newroz dibêje, ew ji bo alîkariyê çûbû benderê ku lê 7 hezar penaber hene û ji wan qederê hezarî Kurd bûn (bêhtirî 500 Êzîdiyên Şengalê). Li gorî Newroz, Kurdên li wargehê pirr şad bûn ku Kurdek hatiye malûmat û agahiyan bide wan. Lewre hingê rewş zehmet û tevlîhev bû ji ber ku ew peymana di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) de her kes tirsandibû û nizanîbûn ka wê çi were serê wan.
Tifaqa li dijî hiqûqê û mafê mirovan
Çalakvan Duman bi bîr dixe ku peymana di navbera Tirkiyeyê û YE´yê de li dijî hiqûqa neteweyî ya gelek welatan e û ya navneteweyî ye, û pê re jî mafê mirovan binpê dike. Li gorî wê, betalkirina peymanê di warê hiqûqî de mumkin jî be, ji ber ku pêvajyên hiqûqî demeke dirêj dewam dikin û ev biryar jî siyasî ye, ya niha girîng ew e ku penaber di biwara mafên xwe de werin agahdarkirin û weha li ser mijarê dewam dike: “Li gorî peymanê, penaberên bi rêya qaçaxî hatî Ewrûpa, wê were vegerandin li Tirkiyeyê. Ev bi xwe hiqûqê binpê dike. Ji ber ku bi çi rêyê dibe bila be, her penaberê hatî Ewrûpayê xwediyê wî mafî ye ku doza statuya penaberiyê bike. Piştre divê yek bi yek lê were nihêrin ka sedema doza wan a penaberiyê çi ye. Lê ev peyman bazarek li ser penaberan bû û penaber hatin firotin. Nabe ku mirov vê bike li welatên demokratîk. Piştî mohrkirina peymanê bi çend rojan em çûn wargehan û me dît, penaber gelekî tirsiyabûn. ji ber ku wan nizanîbû ka wê ji ji wan were. Kesekî agahiyan bide wan nîne.”
‘Bi şaşî’ 30 kes bêhiqûqî şandin
Newroz Duman bi bîr dixe ku ji penaberên di ‘zindanan’ -wargehên girtî- de jî 50 kesên doza penaberiyê kirî jî hatine vegerandin li Tirkiyeyê û weha dewam kir: “Gelek penaberan di destpêkê de penaberan pê nizanîbû çi mafê wan heye. Rayedar nikarin herkesî bişînin. Cara pêşî dema xelk şandin, di nava 200 kesî de 30 kesê doza penaberiyê kirî jî bi şaşî şandine Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê şandina penaberan çend rojan hat rawestandin. Piştre komeke din hat şandin, lê niha şandin sekinî, lewma penaberên di wargehan de pê hisiyan ku mafê wan heye doza penaberiyê bikin.”
Çalakvana ciwan Newroz weke kom redkirina doza penaberiyê ya miletê ji welatên mîna Efxanistan, Pakistan û welatên Mexrebê jî weke binpêkirina hiqûqê dinirxîne, û dibêje, penaberên ji van welatan doza penaberiyê bikin jî tavilê tê redkirin û ew tên dersînorkirin.
Rewşa wargehan ne ti hal e
Newroz Duman bi bîr dixe ku rewşa li wargehan gelekî zehmet e, bi tenê rêxistinên alîkariya mirovan xwarin, vexwarin û pêdiviyên din heta ji wan tê tedarîk dikin û bi penaberan re jî êdî derfetên darayî nemane bi xwe karibin halekî insanîtir ji xwe re ava bikin. Li gorî wê, ji Êzîdiyên li bendera Atînayî nîvî jê xwedî xizm in li Elmanyayê û divê karibin werin Elmanyayê, lê tên astengkirin, yan jî pêvajo tê girankirin, da ku ev yek zû neqewime. Ji ber ku di biwara mafên xwe de jî ti agahdariyên penaberan nebûn, di rewşke tirs û fikaran a daimî de bûn. Ji ber vê rewşê jî karê agahdariyê di cih de hatiye kirin: “Me nivîsî ka peyman çi dibêje, ka penaber dikarin çi bikin, çi mafên wan hene, parêzerên bi dildarî, bêpere dixebitin li ku ne? Agahiyên li ser gihandina hev a malbatan, ji ber ku miletê li wargehan, nîvê wan bêhtir xwedî xizm in li Ewrûpa. Jin hebûn ku mêrê wan li Elmanya, dêûbav hebûn zarokên wan li Elmanya. Lê sîstemê nadin xebitandin, ev kes divê li wargehên girtî 8 ta 9 mehan bisekinin. Qeydî hemû li ser Skype´ê çêdibe. Ev sîstem milet diawiqîne û wan asê dike.”
Penaberî ranawest e, rê diguherin
Çalakger Newroz Duman, dibêje, peymanê rê li ber negirtiye ku penaber werin Ewrûpa, lê êdî rê diguerin, dirêjtir dibin û bi tehlûketir dibin. Hîna jî rojê 100-500 kesî rojane xwe digihînin Yewnanistanê. Peymana di navbera YE û Tirkiyeyê de li Duman ji ber ku rêyên tehlûketir ferzkirine, û nehiqûqî ye, berpirsiyariya mirina penaberan li ser rêya bêhtir dixe stûyê Ewrûpayê.
Bûyere tesîra wê herî zêde
Li ser bûyera herî dilê wê zîzkirî ya li bendera Atîna jî Dûman behsa serhatiya xortekî ji Şengalê dike: “Dema ez çûm benderê, Şengaliyan xortekî 20 salî, tevî zavayê wî anîn cem min. Dê û bavê wî hatine revandin, 3 xwîşk û 3 birayên wî hatine revandin. Ew niha pê dizane ku bav û birayên wî hatine kuştin û xwîşkên wî hatine firotin. Dêya wî jî ji pirî avêtine. Min li gelek serpêhatiyan guhdaî kir, lê yê wî di çavên wî de rohnî nebû, hestên wî mirîbûn. Zavayê wî bi destê wî girtibû, ew anîbû, lê ew bi xwe nedijî. Kurekî din hebû 16 salî, DAIŞ´ê ew revandibû. Kêr lê dabûn û derbên kêran hê rehet nebûbûn. Ew ji dest DAIŞ´ê reviya û tevî dê û xwîşka xwe li Yewnanistanê bû. Dema ew çav bi mirovên rih dirêj diket, yan jî dibihîst bi erebî tê peyivîn, bi edrê diket. Panîkatakê digirt wî û diket.”
Bi vê jî Newroz Duman îşaret pê dike ku penaber, ne bi rengê insanî miameleyê dibînin, û ev zarokê nexweş nekare were dermankirin û ne jî wî digihînin bavê wî yê li Elmanyayê.
Çalakvana ciwan Newroz Duman
Ciwaneke Kurd a 26 salî ye ku ji Hezexê ye û ji 14 salan ve li Elmanyayê dimîne. Ji ber tecrûbeya xwe ya di sîstema penaberiya Elmanyayê de wê ji sala 2008´an û pê ve dest pê kir ku bi dildarî di warê siyasî de çalak be. Ew koordînator e di rêxistina alîkariya penaberan a bi navê Jugendliche ohne Grenzen (Ciwanên Sînornenas), ji bilî birêvebirina komxebat û konferansan ew kampanya û projeyan jî li elmanyayê bi rê ve dibe. Ji sala 2013´an ve ew aktîvîsteke tevî çalakgerên din ên li Yewnanistanê li dijî girtina sînoran li mirovan. Ji sala 2012´an ve endama rêveberiya rêxistina ProAsyl e ku ji bo mafên penaberan kar dike.Ji ber rewşa tehlûke ya li Derya Spî sala 2014´an bi çalakgerên ji 12 welatan re sîstema “Hewara li deryayê” ava kirin da ku penaberên bi kelek û gemiyan derbasî Ewrûpa dibin karibin rewşê hewarê ragihînin û karibin ji aliyê rayedaran ve werin rizgarkirin.
LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT