Piştî hevdîtinên girîng ku di navbera nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û Şepêla Sibe ya Sûriyeyê (Teyar El-Xed) di 10’ê îlona 2016’an de li Komara Misrê hevpeymaneke girîng hat îmzekirin. Ev hevpeymana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Teyar El-Xed li ser heft bendên bingehîn pêk hatiye.
Rêveberiya Xweser û Teyar El-Xed der barê vê hevpeymanê de daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê.
Bi heft bendan ji bo Sûriya demokratîk
Daxuyanî îşaret bi aloziya 5 salan a li Sûriyê dike û dibêje, “Sûriyeya demokratîk a yekgirtî û bi hêz bi rengîniya xwe ya oldarî, neteweyî xewna welatiyên Sûriyeyê bû û hê jî ew xewn tê dîtin.”
Di daxuyaniyê de bang li “hemû hêzên niştîmanperwer” tê kirin ku li derdora projeya niştîmanî ya demokratîk kom bibin û tê gotin, “Ev proje xwe dispêre rengînî, piralîbûyîn û zemîneke wê ya hevsengî û dadmendiya di warê maf û misyonan de heye. Ev berovajî hêzên tarî û girêdayî derve ye ku berjewendiyên wan li Sûriyeyê xuya ne û dixwazin li hundirê vî welatî hesabên xwe tesfiye bikin û aloziyên xwe derbasî Sûriyeyê bikin û berjewendiyên xwe pêk bînin.”
Li gorî daxuyaniyê xalên ku aliyan li ser li hev kirî, hin ji wan ev in:
Xalên lihevkirinê
l Herdu alî tişta ku niha li Sûriyeyê rû dide wekî şerê li ser desthilatdariyê dibînin.
Şoreşa Sûriyeyê ji xeta xwe derketiye û ji her kesî dixwaze ku riyên aqilane peyda bike da ku xeteriyên mezintir dûr bikevin.
* Ji ber cihê Sûriyeyê stratejîk em wekî Teyar El-Xed El-Sûrî û Rêveberiya Xweseriya Demoratîk bang li dewletên Ereb ên xwedî giranî dikin ku vê pêvajoya siyasî birêve bibin û ji bo hevpeymeneke siyasî ya di navbera sûriyan de zemînekê saz bikin da ku ev şer were sekinandin û Sûriye ber bi aramiyê ve biçe.
* Herdu alî li hev dikin ku pergal bi temamî were guhertin û pergaleke demokratîk, parlamentoyî, pirr rengî û ne navendî li ser bingeha hevrêzdayîna mafên demokratîk a hemû pêkhateyên Sûriyeyê li gorî qanûn û nasînên navneteweyî bi misogeriyeke destûrî û xwedîderketina li yek çareseriya siyasî ku karibe armancên gelê Sûriyeyê pêk bîne, were avakirin.
* Hevbendiya di navbera herdu aliyan de tenê di warê rewrîk û stratejiyên demdirêj de ye, lê belê herdu alî “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Şepêla Sibe ya Sûriyeyê” li hev kirine ku hemû derfetên xwe yên siyasî, aborî û çapemenî, ji bo amadekirina mercên baş bixin xizmetê, da ku di dawiyê de çareseriyeke siyasî were dîtin û dewleteke sivîl, pirr rengî û ne navendî were ava kirin û tê de mafê welatiyên azad û wekheviya maf û peywiran a gelê Sûriyeyê bi Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Turkmen û hemû pêkhateyên were misogerkirin.
* Herdu alî soz didin ku armanca wan a sereke komkirina Sûriyan be ku pê karibin welat ji vê pergalê xelas bikin û şerê li dijî DAIŞ’ê û hevalbendên wê bikin, her wiha ji bo çareseriya siyasî tev bigerin û ji bo gola xwînê ya li Sûriyeyê û destwerdana hêzên derve re sînorekî deynin da ku welat ber bi veguhertinê ve biçe û qanûnên wê, lingên wê yên aborî, civakî û çandî werin rûniştandin.
QAHÎRE