“Yên bi peymana Lozanê ku 100 sal mêtingerî li ser Kurdan ferz kirin û Kurd terkî Ereb, Tirk û Farskirinê kirin, îro li pêşberî berxwedana li 4 parçeyên Kurdistanê bilind dibe, bin ketin.”
Sala 96’an a Peyman Lozanê ku Kurdistan kir 4 parçe ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi meş û mîtîngekê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Lozan Rîponne Placeyê hatin ba hev, ji vir heta avahiya li Oûchyê ku peyman lê hate kirin meşiyan.
Di meşê de li gel rakirina pankartên bi nivîsên ‘Em qet rê nadin ku Lozaneke duyemîn pêk bê’ û ‘Lozan tê wateya parçekirina Kurdan’ û alên PKK, KCK, YPG, YPJ’ê hatin hildan. Dîsa dowîzên ‘Lozan êdî bê wate ye’, ‘Bijî Kurdistan’ û ‘Em qet Lozanê napejirînin’ hatin hildan û dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû’ û ‘Bijî Berxwedana Rojav’ hatin gotin. Girseyê di meşê de peyama ‘Bi Şoreşa Rojava re divê dawî li jiyana navneteweyî ya 96 salî ya bêwatebûye bînin’ hate dayîn.
Dîsa di meşê de nerazîbûnên li dijî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Kampa Mexmûrê bal kişand. Bang li Neteweyên Yekbûyî NY’yê hate kirin ku li dijî dewleta Tirk têkeve tevgerê.
Têkoşîna Kurdan peyman têk bir
Piştî meşê li Qada Oûchy li pêşiya avahiya ku peyman lê hate kirin mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de siyasetmedarê Kurd Firat Ûmût axivî û got: “Yên bi peymana Lozanê ku 100 sal mêtingerî li ser Kurdan ferz kirin û Kurd terkî Ereb, Tirk û Farskirinê kirin, îro li pêşberî berxwedana li 4 parçeyên Kurdistanê bilind dibe bin ketin. Şoreşa Kurdistanê ya bi pêşengtiya Rêber Apo mezin bûye, hemû polîtîkayên serweran têk biriye.”
Pirsgirêk navneteweyî ye
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Demokratîk daxuyanî ji aliyê Ramazan Baytar ve hate xwendin û bal kişand ser bandora wateya dîrokî ya Peymana Lozanê ya li ser Kurdan û ev bang li hêzên navneteweyî kir ku wan bi peymana Lozanê Kurdistan kirin 4 parçe, û got, “Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka herêmî ye, pirsgirêka Kurd pirsgirêka hemû cîhanê ye.
Şoreşa Rojava bûye hêviya cîhanê
Di mîtîngê de ji nûnerê Kantona Vaûd a Partiya Karker a Swîsreyê (POP) Anaîs Tîmaft da xuyakirin ku Peymana Lozanê ji bo hêzên rojavayî di dîrokê de hê jî weke çilkeke reş dewam dike û hebûna vê peymanê di roja îro de hê jî êşê bi Kurdan dide kişandin. Tîmafet diyar kir ku divê li dijî Tirkiye û hêzên emperyalîst ên ji ber berjewendiyên xwe li dijî Şoreşa Rojava şer dikin piştevaniyê bikin. Tîmafe got: “Şoreşa Rojava bû hêviya gelên cîhanê. Bijî berxwedana gelê Kurd, bijî piştevaniya navneteweyî.”
Kurdan dev ji azadiyê bernedan
Parlementerê Kantona Solîtarîtelî Vaûd Hadrien Buclih jî axivî û got: “Ji ber destkeftiyên polîtîk berî 96 salan daxwaza Tevgera Azadiya Kurdistanê li vî bajarî ji aliyê hêzên mezin ve tine hate hesibandin û Kurdistan kirin çar parçe. Tevî hemû zext û tinehesibandinê gelê Kurd li ber xwe da, gav ji bo azadiyê bi şûnde neavêje.”
Piştî axaftinan û şûnde mîtîng bi gerandina govend û dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ bi dawî bû.
Kurdistan bû çar parçe û Kurd bê statu ma
Pêymana Lausanne’ê (Lozan) 24´ê Tîrmeha 1923an hatibû îmzekirin. Dewleta Tirk û Dewletên Îtîlafê tevlî hevdîtinan bûn. Piştî vê peymanê Peymana Sêvrê ku di navbera Dewletên Îtîlafê û Împeratoriya Osmanî da hatibû morkirin, betal bû. Li gorî vê peymanê Kurdistanê di navbera çar dewletan de parçe bû û miletê Kurd bê statu ma.
SERKAN DEMÎREL/ANF/LOZAN