Pezkovî daketin nava bajêr
Li Dersimê ji ber şewba koronayê nava bajêr bê deng e. Pezkoviyan jî ev dîtin û xwe berdan nava bajêr.
Diyar e ku Dersimî jî guh didin bangên "li mala xwe bimînin". Dersimî dernakevin derve. Pezkoviyên Çemişgezekê ev rewş weke firsendekê dîtin û daketin nava bajêr.
Bêguman li gorî bîr û baweriya Elewîtiyê pezkovî pîroz in, divê neyên kuştin.
Welatî dibêjin, berê jî pezkoviyan xwe nêzî navçeyên dikirin, lê vê carê daketin nava navçeyê. Welatî dibêjin, ew jî bi vî dîmenî kêfxweş in. DERSIM