Bûyera girtina van 70 kesan ve ji aliyê Partî-Rojava di medya PDK ê de dengekî mezin veda. Bi awayekî pilankirî û bi zanebûn kampanyayek reşkirinê yekser hate destpêkirin. Zagros TV ya ku her roj bi qasî 2 satan weşanê li dijî PYD dike, dest bi derew û îftîrayan kir. Di heman demê de û bi riya têkiliyên PDK'ê televizyona El-Erebiya ya Erebîstana Siûdî, hevdîtinek bi Hekîm Beşar Serokê Paertî-Rojava re çêkir. Vî kesî êrîşek dijwar li dijî PYD meşand. Ew bi 'ajantiya' rejîma Beşar Esad tewanbar kir. Her wiha Beşar diyar kir ku ew hewl didin bi awayekî eskerî li dijî rejîma Esad şer bikin û alîkariya 'Şoreşgerên Sûriyeye' bikin, lê PYD li dijî vê yekê derdikeve!
Bi her hal, ew 70 kadroyên Partî-Rojava hemû serbest hatin berdan, lê ev kampanya reşkirinê nesekinî. Her wiha PDK dergehê sînor jî girt. Ew pira ku li ser Çemê Dicleyê danî ye, girt û liva çûyîn û hatinê rawestand. Piştî vê bûyerê yekser 'Hevgirtina Siyasî' ya ku ji 4 partiyan pêk tê û li jêr çavdêriya PDK li Hewlerê hatiye damezrandin, biryara tevlîbûna muxalefeta Stenbolê da.
Weha xuyabû ku ev hemû pîlan bû. Dihat xwestin ku di nava civaka Kurd de pêşiya tevlîbûna 'Hevgirtina Siyasî' ya di nava muxalefeta Stenbolê de were vekirin. Bi bûyera binçavkirina 70 kadroyên Partî-Rojava yên ku bi qaçaxî derbasî Rojava bûbûn û dûre daxuyaniyên tûnd yên Hekîm Beşar li li dijî PYD'ê ser ekranê El-Erebiye, rê li pêşiya tevlîbûna vê komê ya ji bo nava refên muxalefeta nijadperest dihat xweshkirin.
PDK bi riya vê koma 'Hevgritina Siyasî' ku Partî-Rojava serkêşiya wê dike, dixwaze beşekî ji desthilatdariya Rojava bixe bin kontrola xwe. Ew hêz û meşrûyeta YPG'ê nas nake. Ji ber hindê hewl dide tevliheviyan durst bike.
Daxuyaniyên Hekîm Beşar ji El-Erebiya TV re gelekî dijwar bûn. Her şêweyê reşkirin û iftîrayan bû. Wî xwest PYD bi Esad ve girêbide, da ku muxalefeta Stenbolê razî bike û posta 'cîgerê serok' gerentî bike.
Em carek din dibêjin, eger ev koma 'Hevgirtina Siyasî' çekdan bi dest bixe, dê li Rojava birakujî pêşbikeve. Dê şerekî dijwar rûbide û tecrubeya Başûr a birakujiya salên 90'î dîsa dubare bibe. Eger ev kom bibe beşek ji muxalefeta Stenbolê dê hemû pîlanên wê bi riya çekan li heremên Kurdan pêk bîne. Dê PYD û hêzên din yên welatparêz tengav û qelis bike.
Divê bi PDK re li van xalan bête axaftin. Divê bê zanîn ku kî û ji bo ci şerê birakujiyê pêşdixe?
Divê Tevgera Azadiya Kurdistanê û YNK ê jî helwesta xwe li himberî vê destdirêjiyê zelaltir bikin.
Pîlanên dijî yekîtiya Kurdan
Di rojên dawî de li rojavayê Kurdistanê nakokî û daxuyaniyên tund zêde bûn. Di destpêkê de hêzên asayişê bi qasî 70 endamên Partî-Rojava dema dixwestin sînorê başûr-rojava derbas bikingirtin bin çavan . Li gorî hêzên Asayişê ev 70 kesên ku ev demeke li Başûr perwerdeyê dibînin, ne bi awayekî meşrû sînor derbas kirin. Di dema ew derbasî Başûr bûbûn ew bi fermî çûbûn, lê dema vegerê hewl dabûn ne di dergehê sînor de, lê di riyên qaçax de derbas bibin. Ev yek ji aliyê asayişê ve nehate qebûlkirin.