Piling Raperîn (27) şervanekî YPG’ê yê ji Nisêbînê bû. Dema ku bi ser paytexta tarîtiya DAIŞ’ê ve dimeşiya bi giranî birîndar bû. Li Dêrikê dihat dermankirin, lê tevlî karwanê şehîdan bû. Û li Qamişlo ya li pêşberî Nisêbînê hate veşartin.

Dayika 65 salî Şêxa Ogûz qala mezinahiya biçûkê 10 xwişk û bira Piling kir. Şêxa Ogûz anî ziman, ku kurê wî di dibistanê de her tim serketî bû, lê dema gihîşt lîseyê nexwest li dibistanên mêtîngeriyê perwerdeyê bibîne û ji bo kar bike çû Îzmîrê, bi qasî 5 salan li konfeksiyonê xebitî. Dayika Şêxa anî ziman, kurê wê li wê derê dest bi xebatên siyasî jî kir û piştî ji Îzmîrê vegeriya Nisêbînê bi rengekî çalak cihê xwe di nava xebatên ciwanan de girt. Dayika Şêxa wiha dewam kir: “Êdî dest ji kar berda û dema xwe hemû bi xebatên siyasî derbas dikir. Me çiqasî astengî jê re derdixist jî, dil û mejiyê wî li ser têkoşîna wî bû. Gelekî dilsozê hevrêyên xwe bû.”

Dayika Şêxa anî ziman bi zêdebûna xabatê re êdî kurê wê Piling nedihat malê û got, “Her çend min hewl da wî bisekinînim jî, min nekarî. Dema min jê re got, ‘em te bizewicînin’, wî nerazîbûn nîşan da û got, ‘3 kurên te zewicî ne, te çi feyde ji wan dît’. Ji min re digot, ‘ji xwe 3 kurên te zewicî ne, hesêbî ez ne kurê te me’. Timî digot, ‘ez ewladê Kurdistanê me, ne tenê yê te me’.”

Dayik Şêxa destnîşan kir, ku Piling di tarîtiyê de jî pirtûk dixwend, gelek tişt ji pirtûkan hîn bû û diyar kir, kurê wê gelekî hez ji pirtûkan dikir. Dayika Şêxa got, “Bi taybetî her roj pirtûkên Rêbertî dixwend.”

Dayika Şêxa got, piştî ku kurê wê çû Rojava, demeke dirêj agahî jê negirt û li ser şehadeta kurê xwe wiha axivî: „Zarokên min û xizmên me ji înternetê hîn bûn. Li Reqayê di eniya şer de bi giranî birîndar bûye û li Dêrikê li nexweşxaneyê şehîd bûye. Xizmên me û hevrêyên wî yên li Qamişloyê cenazeyê wî bi merasîmeke bi şeref û rûmet veşartin. Dîmenên merasîma cenazeyê kurê min Piling ji min re şandin. Dema ku min ala û rengên kesk û sor û zer li ser darbestê dît, serê min pê bilind bû. Di merasîma cenaze de weke malbatê kes ji me tine bû. Lê belê bi sedan hevrêyên wî, xizmên me û bi qasî 3 hezar mirov hebûn. Her şehadet, windakirina her ewladekî giran e, dilşewat e, lê belê ez di heman demê de bi kurê xwe serbilind im. Ji ber ku kurê min li pey armanca xwe şehîd bû. Kurê min şoreşgerekî bêqisûr bû û li gel hevrêyên xwe têkoşiya.”

Dayika Şêxa herî dawî got, hemû hevrêyên Piling ji bo wê mîna kurê wê ne û ew ê jî heta dawiyê şopdarên rêya wan bin.


YAŞAR AKSÛ / ANF / MÊRDÎN