Di navbera erê nayê de mesafeyek heye ku hezar rengên dudiliyê dihewîne. Dudilî dikare di gelek rewşan de erenî û di gelek rewşan de jî neerênî be. Neerênîbûna dudiliyê di xisleta wê ya pêşîgirtina li dana biryaran de heye ku rê li ber çalakiyê digire. Erênîbûna wê jî di xisleta wê ya xwevedana ji şaşiyan, xistina ber lêpirsînê ya qaliban û fikrên sabit de ye ku rê li ber nûkeriyê, vedîtinan vedike; ango rê li ber çalakiyê vedike.

Mirov dikare bi hesabekî hêsankirî îdîa bike ku erênîbûn û neerênîbûna dudiliyê para bêhtir bi helwêsta xwediyê wê ya rêgir li çalakiyê yan jî rêvekir li çalakiyê dikare bê pîvan. Ev hesabê giştî helbet girêdayî peywendê ye û bi temamî lê nîne. Naxwe, dudilîbûn timî erênî û timî neerênî nîne. Lê dudilîbûn timî bi rengekî ji rengan aktorekî tesîrker e li boçûna qewimînan, jixwe ji ber vê jî xisleteke wê ya dualî heye ku hem erênî û hem neerênî ye li gorî peywendê û heta dikare herdu xisletan di heman demê de di nava xwe de bihewîne.

Em bi mînakên besît li meseleyê di asta ferdî de binihêrin; heger kesek berê xwe bide xeterekê, em bibêjin di ser pireke nezexm re bimeşe. Dudilîbûna wê/wî dikare bi wê yekê ku bike ku ew di ser pirê re nebihure, û li rêyeke alternatîf bigere, yan jî bi gerîna li derfetên zexmkirina pirê yan jî derfetên zêdekirina ewlehiya xwe, xwe ji vê xeterê bihefizîne. Ji bo ferd ev encameke erênî ya dudilîbûna wî ye. Bi heman rengî li şûna xetera pirê, mirov dikare li xetera bawerîpêanîna mirovan jî binihêre. Mirov dikarin kesekê/î bixapînin ji bo menfeetên xwe ku zirarê bidin kesê dixapînin. Dudilîbûna mirovî dikare hin caran rê li ber vê yekê bigire û bi vî rengî hefza wê kesê yan jî wî kesî ji zerar û ziyana muhtemel bike. Ji bilî vê xêra xweparastinê, xêra dudilîbûnê ya vedîtin û nûkeriyê jî ne kêm e. Dema mirov beramberî qaîdeyeke giştî dudilî be, dibe ku mirov ne tenê wê pûç bike, lê li qaîdeyên rast ku dikarin bên piştrastkirin bigere. Vedîtina giloverbûna dinyayê, heta bi vedîtina gelek cîhazên em îro bêyî wan nikarin jiyana xwe ya rojane texeyûl bikin, di nava çend sedsalan de bi vê dudliyê mumkin bûn.

Dudilîbûn timî wiha erênî nîne; dudilîbûn dikare kirinên mirovî bitevizîne. Ew dikare mirovî bêbiryar biqerisîne û bike ku ji kar û emel bikeve. Ji kar û emel ketin jî di her peywendê de neerênî ye. Ango dema dudilîbûn bi temamî ji kar û emel dixe, hingê ew bi awayekî mutleq neerênî ye. Gelek caran jî bi rêgirtina qismî ya li çalakiyê ew dikare neerênî be. Ew dikare bi derengxistina hin kirinan jî neerênî be. Em li mînaka xwe ya besît a pirê vegerin; dema mirov di pira nezexm de mecbûr be bibihure, ji ber ku li pişta mirov tehlûkeyeke mezintir heye, hingê dudilîbûn dikare bike ku mirov demeke dirêjtir li ser wê pira ku tehlûkeya hilweşêna wê heye bimîne, yan jî bike ku mirov zû bi zû gavê neavêje ser. Di her du rewşan de jî tehlûke zêde dibe û bêhtir muhtemel dibe mirov zirarê li xwe bi xwe bike. Li vir em nikarin behsa xisleteke mutleq neerênî bikin, lê li gorî hin peywendan neerênîbûneke kêm yan jî zêde dikare li dudilîbûnê bê barkirin.

Di qonaxên cihê ên civakî de jî biryardayîn û dudilîbûna li pêşiya biryardayînê dikare erênî yan jî neerênî be. Mesela ji sala 2009´an ve tevî ku peywenda siyasî û civakî destûr dida û heta ferz dikir jî, aliyên siyasî yên Kurd nekarîn stratejiyeke neteweyî û saziyeke şopandina wê biafirînin; êdî ev yek pêk bê jî, bi her kêliya xwe ya derengmayî zirarê li berjewendiyên gelê Kurd dike. Li aliyê din, tevî ku lawaziya siyasî, civakî û eskerî ya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dihat zanîn dudilînebûna beramberî pêkanîna referandûmê bi rengê ku pişta xwe bide dewleteke dagirker (Tirkiye), divê ji bo aliyên rewşenbîr, siyasî û heta aqilmendên ji meydana akademîk û derveyî wê yên aliyê Kurd weke kêmasî bê dîtin.