Li navçeya Mêrdînê Stewrê, ku bi xweza û dîroka xwe ya dewlemend navdar e, Pira Hecî Ehmed Axa ya bi salan e li benda restorekirinê ye, ji ber kiryarên şaredariyê veguheriye sergo.
Pira Hecî Ehmed Axa ya li gundê Ewêna yê ser bi Stewrê ye û ji ber helwêsta şaredariyê veguheriye sergo. Şaredarî, li şûna ku vê pira sedan salî restore bike, wê gemarî dike. Pira li ser çemê Stewrê, di salên 1700’î de li ser wesiyeta Hecê Ehmed Axa ji aliyê zarokên wî ve hatiye çêkirin.
Pira li ser çemê Stewrê, ku ava wê kêm bûye û hindik maye ziwa bibe, li ber lingên pirê vala bûye. Li vî cihê vala bûyî jî çop hatiye valakirin. Gundiyên Ewêna li ser mijarê got, “Em li benda çi bûn, lê wan çi kir. Her devera pirê kirine sergo. Niha ji bo restorekirinê dane îhaleyê. Êrîşî dîrokê dikin. Desthilatdariya heyî dijminê xweza û dîrokê ye.”
Têkildarî sergoyê li binê pirê, şaredariyê hê daxuyanî nedaye. Gel dixwaze pir tavilê bê paqijkirin û restorekirin.
ANF/MÊRDÎN