Fermandarê Operasyona Nînowa Abdulemîr Reşîd Yarela diyar kir ku pira duyemîn a navenda bajêr a Mûsilê ketiye destê hêzên artêşê de û got, “Hêzên me avahiyên walitiyê û meclîsa bajêr jî kirine jêr kontrola xwe.”
Fermandarê Operasyona Nînowayê Abdulemîr Reşîd Yarela têkildarî operasyona rizgarkirina Mûsilê îro daxuyaniyeke nivîskî da û got, hêzên artêşa Iraqê pira duyemîn a bi navê Hurye a li navenda bajêrê Mûsilê bi dest xistine û her wiha hêzên artêşê herêma ku bînahiya walîtî û meclîsê lê ne, kirine jêr kontrola xwe.
Çeteyên DAIŞ’ê pirên Mûsilê di teqînin
Hêzên artêşa Iraqê beriya bi çend rojan diyar kiribûn ku çend taxên din ên li bakur û rojhilatê Mûsilê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine paqijkirin, her wiha hêzên wan gihaştine çemê Dîclê ku bajêr dike du şiq.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Şer a Iraqê ragihand ku çeteyên DAIŞ‘ê hemû pirên Mûsilê yên li ser Çemê Dîcle teqandine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Şer a Iraqê li Mûsilê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku çeteyên DAIŞ‘ê dest bi teqandina pirên li ser Çemê Dîcle bajarê Mûsilê dikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniya Şer a Iraqê de wiha tê gotin; “Hêzên me li rojhilatê Mûsilê serkeftinên mezin bidest xistin û herêmek berfireh a bajar kontrol kirin. Her wiha piştî pêşveçûnên hêzên Iraqê, Çemê Dîcle ku dikeve rojavayê bajêr, çeteyên DAIŞ‘ê dest bi teqandina pirên li ser Çemê Dîcle kir. Bi taybet pirên ku rojava û rojhilatê bajêr bi hev ve girêdîde diteqînin.”
Hêjayî gotinê ye ku operasyona kotrolkirina Mûsilê di 17’ê Cotmeha 2016’an de destpêkir û piştî demekê hat rawestandin.
Di 29’ê Kanûna 2016’an de qonaxa duyemin ya operasyona kotrolkirina Mûsilê destpêkir û heya niha berdewame. Hêzên artêşa Iraqê di nava bajêr de pêşve diçin û gelek taxên Mûsilê kontrolkirine.
NAVENDA NÛÇEYAN