Şande ji serokê Saziyê Renand le Louarn, endamên saziyê Philipp Jacque, Ivan Tellier, Stephane Gouyer, Gael Le Ny, Gael Briand, Eliye Gvillou, Michel Bavdu pêk tê, di Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.
Endamên şandeyê di çarçoveya serdanên xwe de duh çûn bajaroka Til Berek û bi şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re hevdîtin pêk anîn, her wiha li eniyên pêş ên şervanên YPG û YPJ’ê geriyan.
Şande piştre jî derbasî bajarê Qamişlo bû û serdana Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamya kir.
Li gorî agahiyên ji navenda çapemeniya Rêveberiya Xweser hatine girtin, Serokê Saziyê Renand le Louarn diyar kir ew ji bo ku rewşa gelê Kurd û şervanên YPG’ê bişopînin û li gorî wê jî piştgiriya siyasî bidinê hatine Rojavayê Kurdistanê. Renand le Louarn destnîşan kir ku ew ê der barê serdanên xwe de raporekê amade bikin û pêşkêşî Parlemana Franseyê bikin.
Le Louarn got: “Saziya me ev 20 sal in hatiye damezrandin û em piştgiriya doza gelê Kurd dikin. Her sal em diçin Bakurê Kurdistanê û tevlî Cejna Newrozê ya Amedê dibin. Her wiha em rewşa Kurdan dişopînin.”
Endamê saziyê û derhênerê filmên sînemayê Gael Le Ny jî got, ew ê belgefilmekê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê çêke da ku bandorê li gelê Bretonyayê bikin û şoreşa Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi wan bidin naskirin. Çav li rê ye ku şande îro vegere.
Gelê Bretonya?
Bretonya yekê ji 26 herêmên Fransayê pêk tîne. Li bakûrê rojavayê Franseyê nîvgiraveke berfireh e. Navê xwe ji Bretoniyan ku paşiyên gelê Kelt in, digirin. Zimanê wan li Franseyê hatiye qedexekirin. Gelê herêmê jî têkoşîna xweseriyê û xwebirêvebirinê dimeşîne.