Serokê Desteya Parastin û Nûjenkirina Jîngeya Herêma Kurdisatnê diyar kir ku ti refîneyek ya şewatê li Herêma Kurdistanê destûra yasayî nîne. Serokê desteyê got ku wê ji 200 refineyan tenê 28 refîne xwedî destûr in û ewên din jî wê bên girtin.
Doh li avahiya Desteya Parastin û Nûjenkirinê ya Jîngeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê, serokê Desteya Parastin û Nûjenkirina Jîngehê, Helo Eskerî daxuyaniyek da çapemeniyê li ser refîneyên şewatê yên li Herêma Kurdistanê.
Ew ên li dijî qanûnan wê bên girtin
Di daxuyaniyê de Eskerî got, wan hemû şirketên petrol û gazê ji bo lêkolînkirina li ser qirêjkirina hawîrdorê, vexwendine û got; “Li ser qirêjkirina jîngehê, lêpirsîn û girtina refîneyên dijî qanûnên me kar dikin, hatine agahdarkirin. Biryara girtina rafîneyên dijî van qanûnan jî hatiye dayîn.”
Eskerî di dewamê de got, heta niha destûra ti refîneyekê li Herêma Kurdisatnê nîne, lê hinek refîne ji aliyê hinek şirketên bi navê şirketên qîrê hatine vekirin. Ew jî berevajiyê qanûna Hikûmeta Herêmê ne.
Tenê wê 28 bimînin
Helo Eskerî diyar kir ku ji 200 refîneyan tenê wê 28 bimînin û ewên din jî wê bên girtin. Eskerî got; “Desteya Parastin û Nûjenkirina Jîngehê 21 şert danîne. Heger girêdayî qanûnê nebin, ew jî wê bên girtin.”
ROJNEWS/HEWLÊR